Leyla Guven li gel zextan bi gel re hevdîtin kir 2020-09-18 13:37:35   COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li gel şopandina polîsan li Çelê serdana esnafan kir û peyama aştiyê da.   Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di çarçoveya bernameya xwe ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê  li gel Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede, rêxisitna HDP'ê ya navçeyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)   tevli gelek bernameyan bû.    'Polîs gav bi gav ew şopandin'   Leya li avahiya navçeyê ya HDP'ê bi partîzanan re hat gel hev û pirsgirêkên navçeyê guhdar kirin. Leyla piştre serdana esnafan kir û  diyar kir ku ew ê ji bo aştiyê israr bikin û têkiliya xwe bi gel re qut nekin. Di dema serdana esnafan de Leyla û heyeta pê re ji aliyê polîsan ve gav bi gav hatin şopandin. Leyla ya ku wê tevli hevdîtina di çaroveya kampanya TJA'yê ya  "Em xwe diparêzin" de li Çelê bê lidarxistin bibe, piştre wê li gel heyeta pê re li Şemzînan û li Geverê jî biçin serdana esnafan.