Ji Konseya Ewropayê piştgiriya ji bo Peymana Stenbolê 2020-09-18 13:27:07   EDENE - Komîteya Têkoşîna ji bo Wekheviyê û li dijî Cudakariyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li dijî welatên Peymana Stenbolê kirine mijara nîqaşê anîn ziman ku ew piştgiriyê didin Peymana Stenbolê. Platforma Jinan a Îskenderunê jî bang li hemû partiyên li meclîsê kir û xwest di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de Nexşerê/Plana Çalakiyê ya hevpar amade bikin.    Komîteya Têkoşîna ji bo Wekheviyê û li dijî Cudakariyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê  (PACE) (Committee on Equality and Non-Discrimination), têkildarî Peymana Stenbolê ku Tirkiye jî kiriye mijara nîqaşê daxuyaniyek nivîskî da û piştgirî da Peymana Stenbolê. Komiteyê piştî konferansa bi vîdeo ya 11'ê Îlona 2020'an daxuyanî da û diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo hemû jinên cîhanê ji tundiyê biparêze peymana herî berfireh e.    Komiteyê bang li hemû dewletên endam, hemû parlamenterler, civakên sivîl, rêxistinên neteweyî û herêmî kir û xwest di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan li gorî Peymana Stenbolê tev bigerin û li gorî Peymana Stenbolê gavan biavêjin.    Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê ku Pêkhateya Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê ye Prz. Mehtap Sert jî piştgirî da daxuyaniya Komîteya Konseya Ewropa û bang li hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li meclîsê kir û xwest piştgiriyê bidin peymanê. Berdevka Platformê Mehtap xwest hemû xalên Peymana Stenbolê di 25'ê Mijdarê de têxin meriyetê û ji bo vê yekê gavên şênber  biavêjin.