Ciwanên Hesekê daketin qadan 2020-09-18 09:12:28   HESEKÊ - Yekîtiya  Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger  ên bajarê Hesekê ji bo tecrîda giran ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser û tundiya li ser jinê meşek li dar xist.   Bi dehan ciwanên bajarê Hesekê ji bo tundiya li ser jin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser meşek li dar xist. Meş ji çerxerêya Sînalko heta Gulîstana Xabûr veguherî mîtingê. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn, her wiha beşdarvanan pankartên 'Na ji tundiya li dijî zarokan' û 'Serhildana Jinên Ciwan Tolhildan e' hildabûn.   Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberê Ciwanên Şoreşger yê bajarê Hesekê Dilşêr Elî Hesên  got divê hemû ciwan bi rihekî şoreşgerî tevlî hemleyê bibin û wiha domand: "Em ê bi hemû hêza xwe û bi rihekî şoreşgerî li ber hemû êrîşên dijmin bisekinin. Divê hemû ciwanên me bi rihekî şoreşgerî tevlî hemleya "Teqez em ê bi ser kevin" bibin."   Meş bi şahî û gerandina govendê bi dawî bû.