TJA li Îzmîrê bi kampanya ‘em xwe diparêzin’ xwe digihîne jinan 2020-09-18 09:11:36   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut diyar kir ku li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li hember jin û zarokan bi kampanyaya ‘em xwe diparêzin’ xweparastina cewherî esas digirin û got: “Di pêvajoya ku xerabî ji rêzê bûye, ya dikeve ser milê me xweparastina cewherî ye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlonê de stargeha kampanyaya ‘em xwe diparêzin’ li Amedê bi tevlîbûna gelek jinan da. Piştî Amedê li Îzmîr, Colemêrg, Rihayê starta kampanyayê hat dayîn û ji bo bernameyan amadekarî hat destpêkirin.   Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut der barê lingê kampanyayê ya li Îzmîrê de axivî û li dijî zayendperestiya desthilatdariya AKP-MHP’ê û şîdetê, li ser girîngiya parastina cewherî sekinî û da zanîn ku ew hedef dikin ku xwe bigihînin hemû jinên alîgirên wekhevî û azadiyê.   Armanc xwegîhandina hemû jinan e   Fundayê destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de esas digirin ku xwe bigihînin hemû jinan û li hemû qad û taxan bi jinan re bên cem hev û got: “Em bibin yek wê tarîtî jî bi dawî bibe. Em ê bi hemû jinên alîgirê azadî û wekheviyê re bên cem hev. Em li Îzmîrê jî piştigiriyê didin dirûşma ' Jin Bi Hev re Xurtin'. Em ê çalakiyên xwe jî bi hev re pêk bînin.”   ‘Ya dikeve ser milê me parastina cewherî ye’   Fundayê di berdewamiyê de got sedema esasgirtina xweparastina cewherî, polîtîkayên zayendperest ên AKP û MHP’ê ne û da zanîn ku jin her roj rastî şîdet, tacîz, mobîngê tên û got: “He roj jin tên qetilkirin. Kujer jî tên parastin. Ji rewşa baş û qanûnên tên derxistin, tên berdan. Dewlet hewl dide qezencên jinan ji dest bigirin. Armanca me ev e em li her derê jinan rêxistin bikin. Gelek ferz e ku xweparastina cewherî bê rêxistinkirin. Di vê pêvajoyê de divê jiyanek nû jî bê hûnandin. Ev jiyan jî divê di çarçoveya azadiya jinê ya ekolojîk û demokratîk de pêk bê.”   ‘Parastina cewherî jinan diparêze’   Fundayê bi lêv kir ku xweparastina cewherî tenê şîdetê nahewîne, jinan û mafê jinan diparêze û wiha dawî lê anî: “Mînak em dibêjin Peymana Stenbolê. Hatina gel hevdu xweparastina cewherî ye. Hatina gel hevdu xurt dike û biryarbûnê bixwe re tîne. Ez bang li hemû kesên yekitiya gelan diparêze, aştî û wekheviyê diparêze dikim ku xwedî li kampanyayê derkevin.”