Ozlema ku bi şîdetê re rûbirû dima: Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin 2020-09-18 09:05:23   WAN - Ozlem Koç ya ku 13 salan bi şîdeta sîstematîk re rûbirû dima û di encama têkoşîna meşan de bi ser ket, diyar kir ku di pêvajoya destberdanê de rêxistinên jinan naskiriye û ji têkoşîna jinan cesaret girtiye. Ozlemê bi lêv kir ku got li dijî şîdet û tecawizan divê jin li dora Peymanan Stenbolê bibin xelek û xwedî lê derkevin.   Jina bi navê Ozlem Koç ya 25 salî yek ji jinên ku rastî şîdeta sîstematîk ya mêrê ku pê re zewicibû hat. Ozlem 13 salan şîdeta fîzîkî, aborî, civakî û psîkolojîk dibîne, di pêvajoya destberdanê de jî ji rêxistinên jinan ji nêz ve dişopîne û cesaretê jê digirin. Ozlemê dest ji mêr berda û bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide. Ozlemê balkişand ser nîqaşên derbarê ku wê Peymana Stenbolê bê vekişandin de û da zanîn ku daraza Tirkiyeyê gumanbaran diparêze, lê jinan naparêze.   '13 salan ji bo zarokên xwe bêdeng mam’   Ozlem ya dayika du zarokan de di 20 salî de dizewice û 13 salan zewicî dimîne, her tim rastî şîdeta psîkolojîk tê. Ozlemê da zanîn ji bo zarokên xwe her tişt daye ber çavan û got: “Me her tim nîqaş dikir. Şîdeta psîkolojîk gelek zêde bû. Her tim di got ‘ez te naxwazim, dixwazm dest ji te berdim.’ Lê ligel kesên din digot ‘na derewan dike ez tiştek wisa nabêjim’. Ev şîdeta psîkolojîk ji ya fîzîkî xerabtir bû. 13 salan min têkoşîn ji bo zarokên xwe da. Min her tim ji malbata wî re digot. Wî jî digot ‘ez bi zora malbata xwe zewicîme.”   ‘Rastî şîdeta fîzîkî û zayendî hatim’   Ozlemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku carekê rastî şîdeta fîzîkî hatiye lê bi dehan carî rastî şîdeta zayendî hatiye û got: “Ez çûm nexweşxanê. Min got gelo pirsgirêk bi min re heye? Min dest bi dermanên ku mirov hinek rehet dike kir. Min pêvajoya destberdanê de fêr kir ku mafê jinan heye. Jiyanek min ya civakî tunebû. Ji ber vê jî me tiştek nizanibû. Min nizanibû jin bi hev re têdikoşin. Min di çapemeniya civakî de ev têkoşîn dît, min cesaret jê girt.”   ‘Ez di gelek karî de xebitîm’   Ozlemê ev tişt anî ziman: “Rewşa hevjînê ya aborî baş bû. Dema me dest ji hev berda ez tehdîd kirim, got wê zarokan ji min bigire. Min bi salan ji bo ji zarokên xwe veneqetim zewac berdewam kiribû. Min ji ber mafê jinan fêr kir, ez bi ser ketim ku zarok biçûk bin dikarin bi dayika xwe re bimînin. Ev du sale min dest jê berdeye û ez di gelek karî de xebitîm.”   ‘Dewlet naparêze’   Ozlemê şîdet û kuştina jinan ya zêde bûye jî nirxand û berdana gumanbaran û cezayên kêm yên tên dayîn jî şermezar kir. Ozlemê wiha dawî lê anî: “Jin ji bêtenêtî û bêxwedîbûnê ditirsin. Ev jî cesaretê dide mêr. Carna malbat xwedî lê dernakevin, dewlet naparêze. Gumanbar ceza nake. Ji ber vê jî şîdet û qetilkirin didome. Divê dewlet di her şertî de ligel jinan be. Em dikarin hemû jin li dora Peymana Stenbolê bibin yek û bi hev re bi serkevin.”