‘Divê em xwedî li mîmarê azadiyê Rêber Apo derkevin’ 2020-09-18 09:03:02   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên bajarê Kobanê  yên ku cihê xwe di kar û xebatên cuda de digrin, derbarê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û gotin: "Destkeftiyên niha di destên me de û asta ku jin gihîştine, hemû bi saya Rêber Apo ne. Ji ber vê divê ku em weke jin bê navber têkoşîna li dijî tecîrda li Îmrliyê bidin meşandin."   Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di encama komployeke navnetewî de di 9`ê Cotmeha 1999`an de, hat girtin. Ev 22 sal in ku Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Tevî hewildanên parêzer û malbatê yên hevdîtinê, dewleta tirk rê nade ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê çêbikin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Kobanê bertekên xwe nîşandan û derbarê tecrîdê de nêrîna xwe bi me re parve kirin.    `Di 1984`an de min rêber Apo nas kir`   Semîra Ehmed ku dayika du pakrawanan e ser tecrîdê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Min Rêber Apo di Tebaxa 1984`an de nas kir. Di wê demê de malbateke welatparêz şahî çêdikir, lê me nizanbû mijar çiye. Xwişka min cîrana wê malbatê bû, loma gazî min kir û got were şahî heye. Ez jî çûm û beşdarî şahiyê bûm ku piştre min nas kir û bi minasebata 15`e Tebaxê şahî hatiye lidarxistin. Ji her tiştî zêdetir jinên di şahiyê de amede bûn bala min kişandin. Dema ku felsefeya Rêber Apo ji me re vedigotin, di wan kêliyan de min di nava wan axaftinan de xwe dît, ez bandor bûm û girêdana min ya bi Rêber Apo re ji wê çaxê dest pê kir û heta niha domdar e."   `Ramanên Rêber Apo hêza min ya têkoşînê ne`   Semîreyê di axaftinên xwe de têkoşîna xwe ya li hember zextên ku rastî hatiye anî ziman û wiha pê de çû: "Di destpêka xebata rêxstinî de min zehmetî di warê ku çawa em ê li nava malan bigerin û civînan lidarxin de kişand. Herwiha hevjînê min gelek caran şerê min kiriye ji bo ku ez dest ji kar berdim. Lê ramanên Rêber Apo ji min re bûn hêza têkoşîna li hember hevjîn û malbata min. Min dest ji kar û xebatan berneda û ji sala 2005`an de min cihê xwe di Kongreya Star de giritye. Rêber Apo her tim dibêje 'Divê jin azad bibin'. me jî weke jin bîrdoziya wî ji xwe re bingeh girtiye ku em daxwaza wî bi cih bînin. Rêber Apo niha di bin tecrîdeke girankirî de ye. ev 37 salin ez li ser xeta Rêber Apo têdikoşim. Loma ji bo ku em wî di nava xwe de bibînin em ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin."   `Pêşxistina Jineolojî xwedî li rêbertî derketin e`   Endama navenda lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Rozîv Ehmed jî tecrîd nrxand û ev tişt got: "Dijmin ango dewleta tirk ji bo felsefeya Rêber Apo dorpêç bike, zêdetirî 20 salan e ew kiriye bin tecrîdê. Birêz Abdullah Ocalan herî zêde proje, pêşniyar û analîz li ser jinan kirine.  Loma em dibînin pêşketinên jinan sedema metirsiya dewleta tirk û tevahî dewletên desthilatdar. Weke Jineolojî ev zanist di pirtûka 'Sosolojiya Azadiyê' di sala 2008`an de, ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşniyar kir. Li Rojavayê Kurdistanê derfetên piratîkirina vê zanistê tune bûn, loma bi şoreşê re me dest bi xebatên avakirina navendên lêkolînên Jineolojî kir. Em bi pêşxistina vê zanistê re, belavkirin û perwerdekirina tevahî civakê, xwedî li rêberê xwe derdikevin ku em bikarbin tecrîdê rabikin."   `Pirtûkan jiyana min guhert`   Rozîvê bal kişand ser xwendina xwe ya pirtûkên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan jî û wiha domand: "Weke kesayet min pareznameyên Rêber Apo tevahî xwendin. Ez gelek bi bandor bûm ku weke jin rastî, nasname û erka xwe ya di civakê de û çawaniya pêşengiya ji bo belavkirina vê zanistê nas kir. Bi xwendina her pirtûkekê re daxwaz û hezkirina min ya xwendina beşa din zêdetir dibû. Min cara yekem zanista Jineolojî bi rêya van pirûkan nas kir û ji min re gelek balkêş hat. Ji ber wê min xwest ez cihê xwe di vê navendê de bigrim. Bi giştî Rêber Apo di çar pirtûkên despêkê de behsa pirsgirêk, nakokî û kaosan dike. Di pirtûka dawî de çareseriyê pêşkêş dike. Em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor perspektîfên wî diçin ku me pergala xwe ya netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser ava kir."   `Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî me da`   Cîgira navçeya Meclisê ya navçeyeke Kobanê Emîra Şahîn jî guhertinên ku bi têkoşînê re di jiyana wê de çêbûn anîn ziman. Herwiha Emîra herwiha girêdana xwe bi fikirên Rêber Apo  re nîşan dan û wiha pê de çû: "Rêber Apo xwedî girîngî û wateyeke cuda ye ji bo Gelê Kurd. Ji bo me jinan jî  rêya azadî, têkoşîn, guhertin û veguhertinê nîşan da. Em weke jinên ji Kobanê cihê xwe di pergala hevseroketî de digrin, em xwedî biryar û pêşniyar in. Çawa mêr dikarin bi rengekî rehet rola xwe di her qadê de bilîzin, em jî weke jin pêşengiya her tiştî dikin. Beriya şoreşê ewqas rola me tune bû, mêran ji me re sînor diyar kirbûn. Lê niha her tişt ji bingeh ve guherî, ev destkeftiyên di destên me de hemû bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hatin. Li ser vê bingehê em deyndarên felsefeya wî ne û divê ji her kesî zêdetir weke jin em xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo pêkanîna civaka demokuratîk bê navber têbikoşin."