Jinên ciwan ên Efrînê pêngava 'Em dibêjin na' ragihandin 2020-09-17 20:04:27   ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrînê bi meşekê pêngava 'Em dibêjin na'ragihandin.   Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrînê bi meşekê pêngava 'Em dibêjin na' bi tevlîbûna bi dehan jinên ciwan li gundê Maratê ragihandin. Di meşê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsa "Na ji tecrîda li ser Rêber Apo" û "Na ji dagirkeriyê re" hatibû hildan.    Piştî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya jinên ciwan Esma Mistefa ve hate xwendin   Daxuyanî wiha ye: "Dewleta tirk a faşîst li hember destkeftiyên Gelê Kurd bê tehemûl e, ji bo wê bi hemû awayan êriş dike. Her wiha di armanca êrişan de yekem jin û ciwanan armanc digire, ji ber ku jin yên ku civakê bi rêve dibe, ciwan jî hêza avakirina azadiya civakê ye. Bi taybet li herêmên hatiye dagirkirin her roj kiryarên dewleta tirk li ser jinê û ciwanan bê navber dewam dike. Li ber çavê cîhanê her roj jin û ciwan tên revandin, qetîlkirin û rastî tundiyê tên, lê tevahî cîhan li hember van kiryaran bêdengin. Em jî wek Jinên Ciwan dibêjin em ê hesab ji saziyên hevkariya dewleta tirk û saziyên mafê mirovan bixwazin.    Li ser vê bingehê em pêngava 'Em dibêjin na' radigihînin û bangawaziya me ji jinên ciwan ên ereb, kurd, suryan, ermen, tirkmen û êzîdî hene ku dem dema azadiyê ye, divê em bi hev re hişmendiya zilamsalarî hilweşînin û tola tevahî jinan hilînin û em cardin dibêjin em ê hesab ji dewleta tirk bixwazin."   Piştî daxuyaniyê şanoyek têkildarî şerê taybet û tundiya li ser jinê hat pêşkêşkirin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.