Kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ li Îzmîrê hat destpêkirin 2020-09-17 17:18:35   ÎZMÎR - Li Îzmîrê jinan starta kampanyaya TJA'yê ya “Em Xwe Diparêzin” dan û banga xwedî li derketina kampanyayê kirin.    Li Îzmîrê starta Kampanyaya "Em xwe diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) hat dayîn. Starta kampanyayê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna gelek jinan pêk hat. Derbarê kampanyayê de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Jiyan Akan ve tirkiya wê jî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Turkan Poyraz ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi jenosîdan heta niha nîv milyon Kurd hatin kuştin. Jinên kurd di vê komkujiyê de du caran hatin kuştin. Zarokên kurd di wargeh û dibistanên taybet de hatin bişaftin, ji nasname û hebûna xwe hatin bidûrxistin, ji ziman û çanda xwe fedî kirin. Xwestin ku betonê birijînin ser jinên kurd, lê jinên kurd xwe parastin û cardin xwe afirandin.   Lê em netirsîn û em zêdetir derketin qadan û me xwe parast. Me, li dijî hişmendiya ku jinan wek 'malê mêran' û 'namûsa mêran' dibîne dengê xwe bilind kir û got em namûsa kesî nînin, namûsa me azadiya me ye. Bi kampanyaya xwe em reftarên destdirêjiyê têk dibin û civaka demokratîk ava dikin û me nehişt ku destdirêjî tenê wek bedena jinan bê fehmkirin. Me got, destdirêjî wekî çandekê belavî nav bedena me, axa me, ava me, xwezaya me, zimanê me, wekheviya me û qadên me yên azadiyê dibe û em derketin kolanan, gundan û taxan. Serwextbûna me rêxistina me xurt kir, rêxistina me parastina me ya cewherî bi pêş xist.   Em serî natewînin    Em di nav dewleta mêrperest, malbata mêrperest û civaka mêrperest de, li hemû destkeftiyên xwe yên me bi berdêlên giran bi dest xistine diparêzin û li dijî dagirkerî, destdirêjî, red û înkarê, em bedena xwe, jiyana xwe, keda xwe, axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, azadiya xwe û hemû mafên xwe diparêzin. Em ê di Kampanyaya xwe de li dijî tundûtûjiya zayendî, fîzîkî, derûnî, dîjîtal, aborî ya hikûmet, dewlet û mêran, têkoşîna xwe bilind bikin. Bêcezatiya tundûtûjiya li ser jinan sûcek e, hevkariya kujeran e. Em ê li ber vê zihniyetê serî netewînin û xwe biparêzin.   Em ê li dijî lînçên ku jinên siryan, ermen, êzidî, kurd, gel û baweriyan ji xwe re dike armanc, têkoşîna xwe ya hevpar bilind bikin. Em ê di Kampanyaya xwe de; civakê ji gotinên dîndar û kindar û nefretê û ji gotin û nivîsên pornografîk ên bi ser navê siyasetê tê gotin, biparêzin. Em ê dli dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin. Em dibêjin tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.    Em ê aboriya komûnal li pêş bixin   Em ê li dijî wê zihniyeta ku dixwaze hin xalên peymanê biguherîne, peymanê betal bike, îmzeyê vekişîne û kuştina jinan teşwîq dike, Peymana Stenbolê biparêzin. Em ê li dijî êrişa zayendî ya li ser zarokan û li dijî wan yasayên ku jinan bi êrişkarên wan re bi darê zorê dizewicîne, têkoşîneke bêhempa bimeşînin. Em wekî parastina xwe ya cewherî, li destkeftiyên jinên cîhanê, li Peymana Stenbolê, li CEDAW, Pekîn+5 û li 6284’ê ya ku mafên jinan misoger dike, xwedî derdikevin û diparêzin.    Li dijî polîtîkayên dewletê yên ku çavkaniyên sererd-binerd ên Kurdistanê dagir kiriye, zozan û çiyayan bombe dike, cotkarî û ajalvanî qedexe kiriye, hilberandin têk biriye, civak xizan kiriye, keda jinan dixwe û jinan mehkûmî mêran û dewletê dike, em ê aboriya komûnal bi pêş bixin. Li dijî zihniyeta ku ava me wek bendava asayîşê bi kar tîne û Heskîfa 12 hezar salî kiriye qurbaniyê bendava 50 salan û dîroka me, çanda me di bin avê de dihêle û daristanên me dişewîtine, têkoşîna demokratîk diparêzin."   Di dawiya daxuyaniyê de bangewaziyeke wiha hat kirin: "Di serî de jinên ciwan ên kurd û gel û baweriyên Kurdistanî û hemû dînamîkên Tirkiyeyî yên ku wekhevî û azadî û yekîtiya gelan diparêzin, werin û li kampanyaya me xwedî derkevin!”   Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma "Em xwe diparêzin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.