Jinan li Rihayê kampanyaya 'Em xwe diparêzin' ragihanin 2020-09-17 15:02:03   RIHA - Jinên TJA'yî û HDP'yî li Rihayê starta kampanyaya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" dan û gotin ku ew ê li dijî polîtîkayên îqtîdarê têkoşînê mezin bikin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), kampanaya xwe ya bi dirûşma "Em xwe diparêzin" ku li Amedê starta wê kampanya li gelek bajaran hat belavkirin.  Li Rihayê jî bi tevlibûna jinên rêxistina HDP'ê û jinên TJA'yî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta kampanyayê hat dayîn.   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner ve hat xwendin. Emîne starta kampanyayê ya li Amedê bi bîr ixst û got ku ew îro jî li Rihayê starta kampanya "Em xwe diparêzin"didin. Emîne diyar kir ku wan kampanya li dijî tundî û êrîşên zayend daye destpêkirin  û bal kişand ser polîtîkayên hekûmetê yên tundiyê pêş dixin. Emîne ev tişt got: "Her çend ku saray dixwaze me rêve bibe jî em jinên Rihayî em ê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe li dijî tundiyê berdewam bikin."    Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.