Dayika ku duh banga aştiyê kir îro hat binçavkirin 2020-09-17 14:43:41   COLEMÊRG - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Fatma Tûran a duh li Colemêrgê di daxuyaniyê de banga aştiyê kir, îro jî hat binçavkirin.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran hat binçavkirin. Polîsan Fatma birin Miduriyeta Ewlekariyê. Hat diyar kirin ku  Fatma bi îdîaya “heqaret li Serokkomar” kiriye, hatiye binçavkirin. Fatma duh li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, di daxuyaniya hat dayîn de, banga aştiyê kiribû.