Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê piştgirî da kampanyayê 2020-09-17 14:14:28   AMED - Înîsiyatîfa Dayikên Aştîyê bi minasebeta piştevaniya kampanyaya TJA’e ya bi navê ‘Em xwe diparêzin’ daxuyanî dan. Dayikan diyar kirin ku ew êdî şer naxwazin, kuştina jinan naxwazin û qirkirina xwezayê naxwazin.   Tevgera Jinên Azad  (TJA) li djî êrişên polîtîkayên taybet kampanyaya bi dirûşma, "Em xwe diparêzin" ji bo  4 mehan dabû destpêkirin. Starta kampanyayê li Amedê bi tevlîbûnek xurt û çoşekê mezin hatibû pêşwazîkirin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştîyê bi armanca ku piştgiriyê didin kampanyaya TJA’ê daxuyanî dan. Li ser navê Înîsiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê, Gulîstan Erek û Gurbet Eryilmaz axivîn.   ‘Li cihê ku şer hebe ruxandin heye’   Endama Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek dêstnîşan kir ku şer pêşiya kuştina jinan û qirkirinan vedike û got: “Em polîtîkayên hikûmetê yên dide meşandin bi tundî şermezar dikin. Li cihê ku şer hebe rûxandin jî heye. Çend roj in çiyayê Cudî dişewite, kes nabêje ka çiyayê me dişewite. Bila kurd xwedî li xwezayê xwe derkevin. Em êdî şer naxwazin. Kuştina jinan naxwazin. Armanca me tenê aştî ye. Ev kampanya jî ji bo pêşîlêgirtina van pêkanînan rêbazek e. Em  piştgiriya xwe bi kampanya bi dirûşma, "Em xwe diparêzin” re radigihînin."   ‘Em piştevanên kampanyayê ne’   Endamê Dayikên Aştiyê Gurbet Eryilmaz jî axivî û diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê pêşiya kuştina jinan vedike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em piştevanên vê kampanyayê ne. Bila êdî xwîna zarokên me nerijê. Me bi birçîbûnê terbiye dikin. Bila kurdên me hay ji wan polîtîkayan hebin. Namûsa me çi yayê Cudî ye namusa me av û axa me ye.  Roj tune ye ku jinek neyê kuştin. Ev hemû ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê tên kirin. Kiryar nayên darizandin û ew jî pêşiya kuştina jinan vedike.  Duh li Baxdayê malbatek ku jinên ciwan jî di nav de hebûn bi awayekî hovane hat qetîlkirin. Em di heman demê de vê bûyerê jî şermezar dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya vê kampanyayê bê kirin.”