'Em ji destdirêjî û tecawizê re dibêjin na' 2020-09-17 10:34:27   MEXMÛR - Li Mexmûrê di pêşengiya TJCM'ê de ji aliyê Meclisa Şehîd Axîn ve, li dijî taciz,tacawiz û şideta li ser jinê tê kirin, di 27'ê Tebaxê de hamleya  "Em Di Bêjin Na"  hatibu despêkirin. Hemleya hat destpêkirin bi çalakiyên cûr bi cûr berdewam dike.    Li wargeha penaberan a Şehid Rostem Cudî (Mexmur), di pêşengiya Tvegera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) de Meclisa Şehid Axin, di 27'ê Tebaxê de hamleyek bi dirûşma "Em dibêjin Na" ya li dijî şidet, destdirêjî û tacawiza li ser jinê tê meşandin bi daxyaniyekê dabû destpêkirin. Li ser navê Meclisa Şehid Axin endama meclisê Mizgin Kara di derbarê hamleyê de ji ajansa me re axivî û got: " em ê li hembur hemu cure şidet, destdirêjî,tecawizê û tecridê dengê xwe bilind bikin û em ê bêjin na."   'Em ê hemû jinan hişyar bikin'   Mizgin Kara ya nirxandin kir wiha got: " Li her deverê cihanê bi şêwazên cur be cur şidet, destdirêjî û tecawiz li ser jin tê meşandin. Bi taybet di vê dema ku em tê de ne şidet gihaye asta herî jor û li ber çavê tevahî cihanê tê kirin. Her kes li hember wan ker û lal e. Ji bo ku em şiyarbunek di nava civakê de bi taybet bi jinên ciwan re bidin çêkirin û bidin têgihandin ku êrişek li ser beden û fikrên jinê tê kirin me wekî Meclisa Şehid Axin hamleyek bi navê 'Em dibêjin na ' da despêkirin. armanca me ew e ku em bibin dengê jinên ku bi tacîz û tecawizê re rûbirû tên. Di wargehê de di çarçuveya vê hemlayê de me belavok belav kirin, seminer ji jnên ciwan re dan, mijarên seminerên me li ser tecrid, destdirêjî, tecawiz û sisitema sixurtiyê bûn, me di wargehê de pankart daliqand û wê di vê çarçuveyê de hem ji bo jinên ciwan hem ji, ji bo giştî civakê bi seminerên cur be cur di warê hişyarkirinê de bên dayîn."    'Dewlet ji jinê ditirse'   Mizgîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şideta li jinê tê kirin û wiha got: " Sistema desthilatdarî ji hêz û cewherê jinê ditirse.  Ji ber ku jinê û hêza wê baş nas dike. Dizane ku jin bixaze dikare cihanê rêve bibe.  Ji ber wê ji dema em li wan pêkanînên ku li jinê hatin kirin dinêrin dibînin ku kesên ji aliyê dewletê ve hatine perwerdekirin bi rêbazên cur be cur dixwazin di şexsê jinê de bi vina civakê bilîzin û civakê tune bikin."   Mizgin Kara bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê jî û got: " Li dijî tecrida girankirî a li ser Rêberê me tê meşandin hemleyeke bi navê 'Dem Dema Azadiyê Ye' hatye despêkirin.  Em ê wekî jinên ciwan ên wargehê ji di rêza pêş de di hemu cure çalekiyan de cihê xwe bigerin û heta dawî em ê ji tecridê re bêjin  na."   'Erka herkesê ye ku bêje na '   Di dawiya axiftina xwe de Mizgînê bang li tevahî ciwanan  kir û wiha got: "Bi vê hemleya ku me deya despêkirin em di xwezin di şexsê jinên ciwan de şiyarbunê di tevayî civakê de bidin çêkirin. Jinek li ku rastî şidetê, destdirêjî û tacawizê bê em ê li gel wê jinê bin û têkoşîna xwe li hember sistema baviksararî mezin bikin.  Ji bo wê jî pêwistî her kesê heye. Divê her kesek ji aliyê xwe de destê xwe bike bin bar û ji bo mezinkirina vê pêngavê ji me re bibin alîkar."