‘Em ê bi kampanyayê re têkoşîna xwe bilind bikin’ 2020-09-17 09:04:36     Safiye Alagaş - Medya Uren    AMED - Çalakvana TJA’yê Gulîzar Îpek bal kişand li ser kampanyaya bi dirûşmeya "Em ê xwe biparêzin" diyar kir ku li dijî hemû cureyên êrişên taybet em ê berxwedana xwe bidomînin û got: "Li dijî tacîz, tecawiz, nîjadperestî, hişmendiya mêrê serdest, li dijî hişmendiya zayendperest re em ê bêjin êdî bes e! Em ê bi kamapanyayê têkoşîna xwe ya li hemberî van êrişên qirêj bilind bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrişên polîtîkayên taybe kampanyaya ji bo 4 mehan bi dirûşma “Em xwe diparêzin” duh  start da. Starta hatiye dayîn bi coş, kelecan û tevlîbunek xurt re hate dayîn. Di aliyê naverok de ji dewlemend û nujen bû.  Çalekvana Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Gulîzar Îpek a di dîwana kampanyayê de cîh girtiye li kampanyayê nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.   ‘Polîtîkayên şerê taybet sînor nas nake’   Gulîzar di serî de rewşa bakurê Kurdistanê û êrişên tên meşandin bi vî rengî nirxand: “Di demên dawî de polîtakayên şerê taybet, êrişên tacîz û tecawizê her ku diçe zêde dibe. Li Dêrsim, Agirî, Mûş, Şirnex û Batmanê em bûn şahide van mînakan. Ev ji bi destê zilamên dewletê ên ku pişta xwe bi dewletê germ dikin û zirxa parastinê ji xwe re dikin mertal ve pêk tê. Bi vî rengî êrişeke raste rast û mezin li ser jinê heye. Xala ku em bal bikişînin li ser ji ew e ku ev kesane ji aliyê dewletê ve tên rêxistinkirin û di encamê de ji nayên girtin û ceza kirin. Bûyera ku çawişê pispor Mûsa Orhanê Îpek Er tecawiz kiriye divê di  hafizayê me de bimînin. Mûsa Orhan ji bo demekî kurt hat binçav kirin û di dawiyê de hat berdan. Mînaka Mûsa Orhan bi xwe re çi anî û wê rê li ber çi veke ev ji girîng e. Em dibînin her ku diçe ev bûyerên wisa bêtir tên jiyîn û bi hezaran Mûsa Orhan bê ceza dimînin.”   ‘Ciwan di bin metirsiyê de ne’   Gulîzar, destnîşan kir ku xala ku divê bal bê keşandin jî bê guman êrişên li ser ciwana ne û wiha şîrove kir mijar: "Ciwanên ku dînamîzma civakê pêktînin îro bi talukeyekî mezin re rûbirû ne. Ji bo ku ciwanan ji civakê dûrbixin wan teşfîqê eroîn, kokaînan dikin û wan dikin sîxur. Ji aliyek din jî helwestên nîjadperestî û mîlîtarîzmê her diçe zêde dibe. Li Sakaryayê êrişek nîjadperest birin li ser karkerên kurd ên demsalî, li Afyonê ji bi heman sedemî karkerek hat qetilkirin û di nava salekî de gelek kurd bi êrîşan re rûbirû man. Ji aliyê pergala bi hişmendiya mêr xwe sazî dike ve ev cure êriş her ku diçe mezin dibe. Bi vê hişmendiya xwe re li dijî civakê êrişên mezin didin meşandin. Li hemberî zimanê me û nasnameya me ev êriş mezin dibe û rewşek ji rêzê digire.”   ‘Em ê tim li qadan bin’   Gulîzar di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kampanya dê li dijî van hemû êrişan bibe bersivekî xurt wiha got: “Em ê li dijî pelçiqandina aborî, pelçiqandina çêkera civakî, li dijî polîtîkayên şerê taybet, hişmendiya mêr a serdest, hişmendiya ku jinan dike zayenda duyem em ê têkoşîna xwe heya dawiyê berdewam bikin. Em ê hêza xwe ya parastinê ji bi têkoşîna xwe re mezin bikin. Em ê weke jin xwe rêxistin bikin, li qadan bin. Di heman demê de ji bo cîgiriya wekhev ji bo hevserokatiyê têbikoşin.”   ‘Sîmorg, nîşaneya kampanyayê’   Gulîzar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Sîmorga ku bûye nîşaneya broşûra kampanayayê û wiha bi lêv kir: "Sîmorg di mîtolojiya kurdan de weke teyrê anka, teyrekî pîroz tê zanîn. Çûka ku rexmê her tiştî ji nîşka ve ji xweliya xwe diafire ye. Teyreke ku li heqîqetê digere ye. Em ji wê weke teyrê anka Sîmorgê xwe biparêzin û her tim ji bo rastiyê têbikoşin. Em ê bi vî rengî rêxistina xwe ji mezin bikin.”   ‘Em ê tecrîtê bişkînin’   Gulîzar bal kişand li ser tecrîta li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan li ser hemû jinan e. Her ku tecrît giran dibe tundiya li ser jinan û êrişên li ser jinan ji lez qezenç dike. Ji ber vê yekê ji bere ku em dest bi têkoşînekî bikin divê di serî de em tecrîtê bişkînin. Em jin j idi vê ferqê de ne û em ê ji bo şkandina tecrîtê heta dawiyê li ber xwe bidin. Wê li ser vê ji di çarçoveya kampanyayaê de perwerde werin dayîn. Çalakî werin li darxistin û li kolanan jû wê xebat werin dest pê kirin. Bi awayek giştî ji wê perwerdeyên me yên navendî ji dest pê bikin.”