ROJEVA 17’Ê ÎlONA 2020’Î 2020-09-17 09:00:00   * Endama Komîteya Lêkolîna Jineolojiyê ya Herêma Firatê Ferze Mele Xelîl derbarê berxwedana li Kobanê pêk hatî de axivî û got: "Şerekî bê hempa li bajarê Kobanê hat meşandin, lê bi saya berxwedanê Kobanê bi serket. Banga min ji tevahî gelê herêmê û bi taybet ji jinan re heye ku em car din bi rihê 2014'an li ber xwe bidin." BI DÎMEN    *Çalakvana TJA’yê Gulîzar Îpek bal kişand li ser kampanyaya bi dirûşmeya "Em ê xwe biparêzin" diyar kir ku li dijî hemû cureyên êrişên taybet em ê berxwedana xwe bidomînin û got: "Li dijî tacîz, tecawiz, nîjadperestî, hişmendiya mêrê serdest, li dijî hişmendiya zayendperest re em ê bêjin êdî bes e! Em ê bi kamapanyayê têkoşîna xwe ya li hemberî van êrişên qirêj bilind bikin.” BI DÎMEN    *Di her girêkê merşê de ked û di her neqşê de jî çîrokekî heye. Li Şirnexê hêj jî li gelek malan jin çêkirina merşan didomînin. Derya Kabul jî yek jî wan jina ne ku 35 sal in merşan çêdike. Derya diyar kir ku çend çêkirina merşan zehmet be jî ev qas jî xweş e. BI DÎMEN    *Bi destpêkirina meha îlonê re komkirina fistiqan jî hat destpêkirin.  Li gundê Xirbizilê yê girêdayî navçeya  Çinarê ya Amedê jî karkeran dest bi berhevkirina fistiqan kirin.  Karkerên ku serê sibê zû tên baxçeyên fistiqan di germahiya havînê ya li Amedê heya êvarê bi heqdestekî kêm dixebitin. DÎMEN HEYE