Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê: Ji bo zarokên xwe têbikoşîn 2020-09-16 16:50:21   COLEMÊRG - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bal kişandin ser bangewaziyên aştiyê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tevlî daxuyaniyê bû û got: "Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê têbikoşîn. Mirov bi aştiyê bi ser dikeve ne bi şer."    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê bi tevlîbûna hevseroka Kongreya Civaka Demokratî (KCD) Leyla Gven li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê daxuyaniyek dan. Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê tevlî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê Dayikên Aştiyê Fatma Turan axivî û bal kişand ser daxwazên xwe û got: "Divê em destûr nedin ku xwîn birêje. Divê hemû dayik û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bi hev re ji bo zarokên xwe têkoşîna azadiyê bidin meşandin. Êdî bes e, ji talankirina gundan re. Erdogan Gelê Kurd ji holê rake, lê belê wisa hêsan nîne ku kurdan ji holê rake. Em Dayikên Aştiyê wekî her tim niha jî aştî û azadiyê daxwaz dikin."   Piştî axaftina Fatmayê Leyla Guven axivî û bal kişand ser zext û zordariyên li hemberî Gelê Kurd. Leyla wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zimanê me hat qedexekirin, hemû çalakiyên me hatin terorîzekirin. Lê belê dayikên Colemêrgê her tim dibêjin dilê me şewitî lê bila dilê tu dayikên din neşewite. Niha dayik li vir ji bo Deklarasyona Aştiyê ya HDP'ê kom bû ne. Divê rayedar şansê heyî têk nebin."   Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên dayikan û got: "Em tucarî cudakariyê naxin navbera dayikan. Em dibêjin divê dengê hemû dayikan bê bihistin. Em dixwazin bibin dengê wan dayikan. Akademîsyen, ronakbîr û nivîskar banga aştiyê dikin. Êdî dayik naxwazin zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest bidin. Niha jî ciwanên kurd bi lîncê re rûbirû dimînin. Banga birêz Ocalan a derbarê aştiyê de girîng e. Ji ber vê sedemê jî bi tecrîdê re rûbirû dimîne. Divê tecrîd bê şikandin. Mirov bi aştiyê bi ser dikeve ne bi şer. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê têbikoşîn."