‘Em ê di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin’ 2020-09-16 14:29:06   AMED - Aktîvîstên TJA'yê bal kişandin ser kampanyaya “Em xwe diparêzin” û diyar kirin ku dê hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin bikin û bi taybetî jî ser xwe parastinê rawestin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) li djî êrişên polîtîkayên taybet kampanya ya ji bo 4 mehan bi dirûşma “Em xwe diparêzin” da destpêkirin. Kampanyayê bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin. Derbarê kampanyayê de aktîvîstên TJA’ê axivîn.   ‘Kampanyaya me zêdetir li ser babetên xwe parastinê be’   Aktîvîsta TJA’ê Ronda Bat di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û got: "Li ser xweza û civakê polîtîkayek mezin tê meşandin. Dewlet ji civakê re dibêje 'Em tecawizê axa û xwezayê dikin, Em we tune hesab dikin û dixwazin we qetîl bikin'. Em jî wek TJA li hemberê van polîtîka û qetlîaman kampanyayek bi wî awayî da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de pêdiviya kampanyayek bi vî rengî hebû. Kampanyaya me wê 4 mehan bidome. Her wiha kampanyaya me zêdetir li ser babetên xwe parastinê bibe. Niha kampanyaya ku me da destpêkirin di serî de wek teorik e lê bi demê re wê bikeve pratîkê.”   ‘Em ê di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin’   Aktîvîsta TJA’ê Medîne Ete jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha axivî: "Em xwe ji zihniyeta dewletê û hişmendiya serdest a mêr diparêzin. Di kampanyayên borî de jî em li ser rêxistinbûnê rawestiyabûn. Çarçove û naveroka kampanyaya îsal gelek girîn û watedar e. Ji ber ku gelek jinên kurd bi polîtîkayên cûr bi cûr hatin qetîl kirin. Bi pergal û polîtîkayên serdest a mêr jin tên kuştin. Kampanyaya ku me da destpêkirin dê li her qadên jiyanê bê bi rêxistinkirin."   ‘Em dixwazin jin xwe bi bawer be'    Aktîvîsta TJA’ê Hatîce Goktepe jî derbarê kampanyayê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo ku jin xwe nas bike, bizane û xwe biparêze me hewceyê kampanyayê dît. Em dixwazin jin li ser piyên xwe bisekine û bi xwe bawêr be. Em wek jin bi hêz in û dikarin her tiştê çêkin. Di şexsên Gulîstan Doku, Îpek Er de kampanyaya bi navê ‘Em xwe diparêzin’ wê ji bo parastina jinên din bibe rê û rêbaz. Hêviya me ji gel û jinan ew e ku xwedî li kampanyayê derkevin û li dijî hişmendiya serdest a mêr xwe biparêzin.”