Şewata li Çiyayê Gabarê hat vemirandin 2020-09-16 10:43:15   ŞIRNEX  - Li Çiyayê Ganabarê berî bi du rojan şewat derket. Şewata ku rayedaran mudaxele lê nekir ji aliyê gundiyên derdorê ve hat vemirandin.   Li Çiyayê Gabarê yê li hember bajaroka Dergulê ya Şirnexê, berî bi du rojan şewat derket. Li gorî agahiyên kesên li derdorê hat diyarkirin ku şewat ji ber gûleyên leşkeran ku avêtine derketiye.   Şewata ku rayedaran mudaxele lê nekir ji aliyê gundiyên li derdora Çiyayê Gabarê ve hat vemirandin.