Konferansa Kongreya Star bi dawî bû: Berxwedana gel ji êrîşan bi hêztir e 2020-09-16 09:08:48   ŞEHBA - Kongreya Star a Efrînê Konferansa xwe ya 3'emîn ku bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin" li dar xist, bi bîryarên girîng bi dawî bû.    3'emîn konferansa Kongreya Star a Efrînê bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin" duh bi tevlîbûna 170 delegeyên jin ji  nûnerên sazî û dezgehên jin yên Şehbayê, Malbetên şehîdan, Desteya Jinê, PYD û Nûnerên Rêveberiya Xweser  li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê hatibû lidarxistin. Di konferansê de hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso axîvî û got, "Çareseriya aloziyan projeya netewa demokratîk e."    'Berxwedana gel ji êrîşan bi hêztir e'   Di konferansê de  Hevseroka PYD'ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayşe Hiso rewşa siyasî nirxand û wiha got: "Em di qonaxeke pir hesas re derbas dibin û heta roja îro jî alozî li herêmê tê jiyîn.  Hemû alî jî baş dizanin ku çareseriya van aloziyan projeya netewa demokratîk e. Desthilatdar jî dizanin ku projeya me çareserî ye û ji bo wê herdem êrîş dikin. Heta roja îro jî êrîşî şoreşa me û destkeftiyên me tê kirin. Lê berxwedaniya gel ji êrîşên wan bi hêztire, em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû êrîşan têk bibin."   Piştî rewşa siyasî, rewşa kar û xebatê hate nirxandin. Paşê hilbijartin pêk hat û di hilbijartinê de 21 endam hatin hilbijartin.  Ji wan 4 kes ji bo Endamtiya Koordînasyona Kongreya Star hatin hilbijartin. Kesên hatin hilbijartin navê wan wiha ye: Ayşe Mehmûd, Ferîde Îbo, Fatma Silêman û Şêrîn Hesen e. Herwiha 17 kes jî ji bo Berdevkiya Komîteya Kongreya Star hatin hilbijartin. Kesên ku hatine hilbijartin li pêş delegeyan soza xwe dubare kirin.   'Em ê bi têkoşîna xwe azadiya jinan misoger bikin'   Piştî hilbijartinê, axaftina girtinê ji aliyê Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsif ve hate kirin. Hediye Konferansa 3'emîn a Kongreya Star a Efrînê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: " Şerê cîhanê yê sêyemîn gihîştiye asteke pir hesas û navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn bi taybet Kurdistan e. Îro hemû desthilatdar bazariyên xwe li ser erdnîgarî û gelê me dikin. Ji bo jiyanek bi rûmet, berxwedanek pir mezin tê nîşandan. Ruxmê ewqas êrîş li ser me tê, lê gel bi berxwedana  xwe hemû êrîşan vala derdixînin. Îro bi pêşengtiya jinê li her deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebat tê meşandin û ev jî dide diyarkirin ku jin hebûna xwe mayinde dikin. Ji bo wê divê qonaxa girîng de hebûn û pêşengtiya jinan pir girînge. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya tevahî jinan misoger bikin."   Biryarên di Konferansê hatine girtin wiha ne:    *"Mezinkirina asta tekoşînê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   *Lidarixstina çalakiyan li dijî faşîzmê.   *Amadekirina gel li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî.   *Avakirina civaka polîtîk bi rêya perwerde û civînan.   *Vekirina akademiyekê taybet ji bo mêran û perwerdekirina wan.   *Vekirina navenda Sara ji bo tundiya li ser jin û gelek biryarên dîtir."   Konferans bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.