Dengbêj: Divê em kurdî biaixivin 2020-09-16 09:07:00   WAN - Dengbêjan ji bo parastina ziman û çanda kurdî bang kirin û diyar kirin ku di rewşa ku zimanê kurdî neyê axaftinê de, wê ziman bi tûnebûnê re bê rû hev.   Li Tirkiyeyê bi salane her çiqas desthilatdarî biguhere jî polîtîkayên der barê tunekirina gelê kurd de tu car neguherîne. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember çand û zimanê kurd û kurdan, ji ser ziman û nasnameya kurd her çûn zêde bûn. Kurd ji ber ku zimanê xwe axivîn û bi zimanê xwe muzîk guhdarkirin hatin qetilkirin an jî koçberî li wan hat ferzikirin. Piranî Kurdên koç kirin jî li bajaran bi êrîşên nîjadperest re rûbirû man.   Rêvebera Komeleya Lêkolîna Çand, Huner û Zimanê Kurd (DÎSA-DER) Meryem Tuncer ya di salên 1990’î de koçî Mersînê kir û Emîne Şaybak ya dengbêjiyê dike ku wek Dayika Sîsê tê zanîn êrîşên li hember kurdan û zimanê kurdî nirxandin.   ‘Li dijî zimanê me bila rêzdar bin’   Meryem Tuncer destnîşan kir ku divê li dijî zimanê her gelî rêzdarî bê nîşandan û got kesên dixwazin ziman û çanda kurd tune bikin wê negihêjin armanca xwe. Meryemê bi lêv kir ku zimanê her gelekî heye û wiha pê de çû: “Em çawa li dijî zimanê ereb û tirkan rêzdarin divê ew jî rêzdar bin. Gelo ew dikarin Kurdî biaxivin? Na. Em jî nikarin Tirkî biaxivin. Em kurd hatin dinê. Em xewna xwe bi kurdî dibînin. Em kurd in lê qebûl nakin.”   ‘Me çanda xwe jî girt cem xwe’   Meryemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di rewşa ku zimanek bi zimanê xwe neaxive de ew gel bi demê re tune dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî kesên bi înat dixwazin kurdan tune bikin divê kurdî bê axaftin. Armanca desthilatariyan a surgunkirina kurdan ev e ku çand û zimanê kurdî tune bikin. Em kurd dema koçber bûn, me çand û zimanê xwe jî girt cem xwe. Ger ku zarokên min bi zimanê min neaxivin wê demê asîmîle bûye. Kurdên ku kurdî naxivin jî, alîkariyê didin pergalê.”   ‘Êrîşa li hember kurdan kezeba me şewitand’   Meryemê balkişand ser êrîşa li hember karkerên kurd ya li Sakaryayê û ev tişt anî ziman: “Êrîşa li Sakaryayê kezeba me şewitand. Ez bang li karsazên kurd dikim. Ez êrîşê şermezar dikim. Li şûna li Sakarya, li Edenê razmeniyê dikin, bila li Wan, Amed û Mêrdînê bikin. Madem me qebûl nakin hun jî li ser axa xwe razemeniyê bikin bila kes ji gelê me neçe bajarên din.”   ‘Heta mirinê dixwazim bi kurdî biaxivim’   Emîne Şaybak (Sîsê) jî bi lêv kir ku ew dayika wan heta mirinê kurdî axiviye û ew jî dixwazin heta mirinê bi kurdî biaxivin û balkişand ser êrîşên li hember zimanê kurdî: “Tirk, fars, ereb her kes bi zimanê xwe diaxivin, lê kurd nikarin biaxivin. Em jî dixwazin bi kurdî biaxivin. Li gelek bajarî ji ber kurd bi zimanê xwe diaxivin tên îşkencekirin, tên qetilkirin. Ger dibistanên kurdî vebibin wê zarok zimanê xwe bixivin. Malbat tirkî fêrî zarokên xwe dikin. Zarok jî tirkî fêr dibin. Ev tiştekî şaş e. Divê ne wisa be.”   ‘Em diçin nexweşxanê nikarin derdê xwe vebêjin’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kurd ji ser ziman û nasnameya xwe her tim rastî zextan tên. Divê Gelê Kurd azad be. Jin, zarok û ciwanên me tên qetikirin. Rastî şîdetê tên. Ev êrîş ne tenê li Sakaryayê li her derê pêk tên. Ji ser ziman zilmê li Kurdan dikin. Em diçin nexweşxaneyê em nikarin derdê xwe bêjin. Doktor me fêm nakin. Êrîş li dijî ziman zêde bûye lê ez ê her tim li mala xwe bi zarokên xwe re kurdî biaxivim, li her derê biaxivim.”