'Kobanê bi berxwedanê bi ser ket' 2020-09-16 09:03:59   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Komîteya Lêkolîna Jineolojiyê ya Herêma Firatê Ferze Mele Xelîl derbarê berxwedana li Kobanê pêk hatî de axivî û got: "Şerekî bê hempa li bajarê Kobanê hat meşandin, lê bi saya berxwedanê Kobanê bi serket. Banga min ji tevahî gelê herêmê û bi taybet ji jinan re heye ku em car din bi rihê 2014'an li ber xwe bidin."    Di 15`ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ êrîşî Kobanê û gundewarên wê kir. Gelê Kobanê ji ber êrîşan neçarî koçber bûn. Mal û milkên şêniyan hatin talankirin bajar bi awayek giştî hat ruxandin. Her çendî gel koçberî Bakurê Kurdistanê bû jî dev ji rêxistina xwe bernedan. Li hemberî çetayên DAIŞ'ê 134 rojan berxwedanek hat dayîn. Ji bo rizgarkirina xaka Kobanê gelek bedelên giran hat dayîn. Roja 1'ê mijdara 2014’an bû roja cîhanî ya Kobanê. Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Lêkolînê Jineolojî a Herêma Firatê Ferze Mele Xelîl ji ajansa mere axivî.   Ferzê da zanîn ku berxwedana li dijî DAIŞ'ê di cîhanê de deng veda û got: "Di her sedsalekê de Gelê Kurd ji aliyê dewletên deshilatdar ve bi qirkirinê re rûbirû dimîne. Di 15'ê îlona 2014'an de şerekî dijwar di navbera hêzên YPJ/ YPG/ QSD'e û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî, gelê Kobanê û gundewarên wê ji ber êrîşên hov yên DAIŞ'ê neçarî koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. Hin ji şêniyên Kobanê li navenda bajar man û bi şervanan re dibûn alîkar. Destpêkê çeteyan êrîşî gundewarên Kobanê kirin, paşê navenda bajar. Ji ber ku cara yekemîn gelê Kobanê rastî êrîşên wiha dihatin, ji bo gel gelekî bi êş û zehmet bû. Çetayên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin û xwestin desthiladariya xwe li ser gelê vê herêmê bidin meşandin. Şêwazê DAIŞ'ê şêwazekî hov bû, dema ku gelê Kobanê li ber çavên xwe dîtin ku DAIŞ'ê çawa êrîşî Şengalê û bi taybet jinan kirin, ji bo wê gel neçarî koçberiyê bû."   'Berxwedana jinên Kurd bû nûmune ji tevahî jinan re'   Ferzê, diyar kir ku bi saya têkoşîna jina azad Kobanê bi serket û DAIŞ têk çû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Herî dawî kolaneke di destê şevanan de ma, lê bi pêşengriya jin û li kêleke wan gel li hemberî DAIŞ şerkirin û nehîştin axa wan bê dagirkirin. Hemû Kolanên Kobanê bi xwîna şehîdan hat avdan, bajarê Kobanê navê wê veguherî bajarê şehîdan. Berxwedana herî mezin li gundê Serzorî hat kirin û gelek hevalên ku niha şehîd ketine digotin wê dijmin derbasî Kobanê nebe. Lê dema ku derbas bin jî em ê xwe bikin mertal û li pêşiya wan bisekinin. Mînak yek jê şehîd Arîn Mîrkan û bi sedan yên wek wê canê xwe feda kirin, tenê ji bona Kobanê nekeve. Piştî rizgakirina bajarê Kobanê, hêdî hêdî ji nûve sazî û dezgehên Rêveberiyên Xweser hatin avakirin. Cihên xirakirî hatin çêkirin, êdî jiyan veguherî wek berê jiyaneke îstiqrar û aram niha tê jiyîn."   'Dewleta tirk bi rûyekî din êrîşên xwe didomîn e'    Ferzê dest nîşan kir ku dema dewleta tirk dît ku gelê Kobanê ji nûve xwe bi rêxistin dike û dest bi jiyaneke nû kirin, di 9'ê cotmehê de êrîşî Kantona Girê Spî û Serêkaniyê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi vê re xwestin têkçuna xwe ya li Kobanê di vir de temam bikin û heya roja îro jî şerê qirkirinê didome li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Heya roja îro jî hewldanên dewleta tirk hene ku Kobanê dagir bike, lê wê ev ji dewleta tirk re bibe xewin, heya nefes di Kobanê de hebe wê Kobanê tu carî neket wê nekevê jî. Banga min ji tevahî gelê herêmê û bi taybet jin re heye ku em car din rihê 2014'an û beriya wê vegerin. Da ku em kiryar û êrîşên dewleta tirk têk bibin û herêmên ku niha hatine dagirkirin ji dagirkeran rêzgar bikin."