ROJEVA 16’Ê ÎlONA 2020’Î 2020-09-16 09:00:00   *Jinên bajarê Hesekê bêdengiya rêxistinên cîhanê ya li hember tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û gotin: "Divê hemû rêxisitinên mirovî bikevin nava hewldanan ku çareyekê ji hovîtiyê re bê dîtin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê li ber xwe bidin." BI DÎMEN    * Endama Komîteya Lêkolînê Jineolojî a Herêma Firatê Ferze Mele Xelîl derbarê berxwedana li Kobanê pêk hatî de axivî û got: "Şerekî bê hempa li bajarê Kobanê hat meşandin, lê bi saya berxwedanê Kobanê bi serket. Banga min ji tevahî gelê herêmê û bi taybet jin re heye ku em car din bi rihê 2014'an li ber xwe bidin." BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Şadiye Hayme li dijî jiyana bi êş, zext, girtin û binçavakirinan her tim rêya têkoşîn û berxwedanê bijartiye. Şadiye got: "Çima ev qas ji dayikan ditirsin? Çima ev qas êrîşê dayikan dikin? Em dayik tu carî bi binçavkirin û girtinan dev ji doza xwe bernadin û nikarin me bitirsînin." BI DÎMEN    *Mesture Erdelanî jinek helbestvan û dîrokzana kurdistanî ye. Mesture bi qasî helbestvaniya xwe jineke bi hêz û wêrek bû. Mesture bi qasî  20 hezar beyt bi zimanê farsî nivîsiye ano têkildarê dîrokê de ji lêkolîn û berhemên bi nirx ji roja îro re mîrate hiştî ye.    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman ku tevli 3'emîn Konferansa  Kongreya Star  bû  wiha got : "Jinên efrînî ji bo ku ji çarenûsa xwe re bibin xwedî biryar bi çoşeke mezin tevlî konferasê bûn. Çoşa jinên efrînî û têkoşîna wan wê hemû kiryar û êrîşan birûxîne."DÎMEN HEYE   *Dengbêjan ji bo parastina ziman û çanda kurdî bang kirin û diyar kirin ku di rewşa ku zimanê kurdî neyê axaftinê de, wê ziman bi tûnebûnê re bê rû hev. DÎMEN HEYE   Hulya Ulgen a li Taxa Kale ya Wanê dest bi amadekariyên zivistanê kir, li aliyekî sebzeyan hişk dike ûli aliyê din jî bi van sebzeyên hişk dike derbara xwe dike. DÎMEN HEYE