Li dijî şîdetê li Hesekê daxuyanî hat dayîn 2020-09-15 15:00:05   HESEKÊ - Yekitiya Jinên Ciwan li dijî şîdeta li hemberî jin û zarokan daxuyaniyek dan û gotin: "Em bang li jinên ciwan ên kurd, ereb, suryan, ermen û tirkmen dikin û dibêjin ji ber dem dema azadiyê ye em bi hev re hişmendiya zilamsalarî hilweşînin û tola koletiya bi sedsalan rakin."   Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Hesekê bi diruşma "Na" şîdeta li hemberî jin û zarokan bi daxuyaniyekê hat şermezakirin. Daxuyanî li Çerxereya Şehîd Serhed a taxa Mifti ya bajarê Hesekê hat dayîn. Li ser navê jinên ciwan Rosîm Mihemed Hisên daxuyanî xwend.   Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwanan wiha ye: "Şîdeta li dijî jin û zarokan xwedî dîrokek pir dirêj e û ew yek ji binpêkirinên herî berfireh û domdar ên mafên mirovan e. Bûyer û dijwariya vê tundiyê bi demê re zêdetir bû ye. Jinên cîhanê bi giştî rastî êrîşê tên, lê bi taybet yên ku li her deverê aştî û demokrasiyê dixwazin.    Di nav teşeyên tundiyê yên ku jin pê re rû bi rû dimînin destdirêjî, şîdeta nav malê, tacîza zayendî, tawanên namûsê, sinetkirina jinan, zewaca bi zorê, qetilkirin, tecawiz û koletiya zayendî. Bi sedhezaran siyasetmedar û çalakvanên jin têne girtin û davêjin zindanan û rastî êşkenceyên herî hovane tên. Dewleta Tirk a dagirker li her deverê destkeftiyên jinan hedef digire û bi taybet li deverên ku Tirkiyeyê li bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê dagir kiriye û li dijî Gelê Kurd şerekî taybetî dimeşîne, ev şer bi piranî bi rêbazên şîdet û çewisandinê yên li dijî jinan ve girêdayî ye.    Derbarî vê yekê Yekîtiya Jinên Ciwan ê bajarê Hesekê daxuyaniyek bi navê 'Na' amade kirin. Bi salane dewleta faşîst ya tirk ax, çand, ziman, xweza, dîrok û welatê me tecawiz dike. Lê bi tu awayî nekarin xeyalên xwe yên digotin Kurdistan û Kurdê azad li vir meftune pêk bînin. Ji  ber bi hezaran şehîdên me hesap pirsîna dîrokî ji dagirkeran û hevkarên wan yê ku xeyalên faşistan bin erd kirin, ispata dawî jî cenga Heftaninê bû. Bi taybet dewleta faşist li  hemberî van destkeftî û serkeftina ku vî gelî bi xwîna zarokên xwe bi dest xistine be tehemûl e. Ji bo vê bi awayekî sistemetîk qirkirinê di şexsê jin û zarokan de li ser tevahî civaka me dikin.   Lê bila were zanîn ku em ne tenê ji bo hesab pirsîna ji dewleta faşîst li vir in. Di heman demê de em ji bo hesap pirsîna hevkariya saziyan mafên parastina zarokan, UNICEF, mafên mirovan ya bi faşîzmê re hevkarî dikin jî li vir in.    Li ser van esasan pêngava “Em dibêjin na” radigihînin û bangawaziya jinên ciwan ên kurd, ereb, suryan, ermen, tirkmen û êzîdî dikin û dibêjin ji ber dem dema azadiyê ye em bi hev re hişmendiya zilamsalarî hilweşînin û tola koletiya bi sedsalan rakin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.