Konferansa Kongreya Star a Herêma Efrînê dest pê kir 2020-09-15 12:47:44   ŞEHBA - 3’emîn Konferansa Kongra Star a Herêma Efrînê bi dirûşmeya ”Bi tekoşîna Hevrînan û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin”li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê dest pê kir.    Kongreya Star a Herêma Efrînê 3’emîn konferansa xwe li  navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê da destpêkirin. Konferans bi beşdarbûna 170 delegeyên jin ji  nûnerên sazî û dezgehên jin yên Şehbayê, Malbetên şehîdan, Desteya Jinê, PYD û Nûnerên Rêveberiya Xweser pêk hat. Li hola konferansê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pekrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsên ”Ji bo azadî û demokrasiyê li her derê berxwedan”,” Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina netewa demokratîk e” hatin daleqandin.   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan, axaftina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava  Daliye Henen ve hate kirin.   'Jin xwedî li nirxên xwe derdikevin'   Daliye di destpêka axaftina xwe de konferans li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: ”Rêber Apo ji bo tevahî jinan têkoşîn daye û loma îro jin xwedî lê derdikevin. Em di wê baweriyê de ne ku jin bi kedeke mezin xwedî li nirxên xwe derdikevin. Em dixwazin ku jinên têkoşer bi têkoşîna xwe tevahî jinan ji pargalên desthilatdar xelas bikin. Wê demê wê jin azadiya xwe bi xwe misoger bike.”   'Dê jin dîroka azadiyê binivîsin'   Seroka  Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro jî wiha got: “Serkeftina xebata jinê bi taybet di nav Rêxistina Kongreya Star de hêz û îradeya jinan diyar dike.  Hebûna me îro mayindekirina berxwedana me ye. Jin wê bi serkeftina xwe dîroka aziya xwe binivîsin.”   Piştî axaftinan perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê jin de ji aliyê Endama Kongreya Star Newroz Xelîl ve hate xwendin. Herwiha derbarê kar û xebatên Kongreya Star de sînevizyoneke hat pêkşkêşkirin. Konferans bi xwendina rapora du salan didome.