Ji bo Muhlîseya girtî banga hestiyariyê hat kirin 2020-09-15 10:29:49   WAN - Danişîna Muhlîse Karaguzel dê sibehê bê dîtin. Muhlîse ji ber ku nayê tedawîkirin dibe ku çavên xwe winda bike. Keça wê Zîlan Karaguzel ji bo dayika xwe banga hestiyariyê kir û daxwaza serbest berdana wê kir.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 2019'an li girtîgehan 458 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û bi tevahî jî hezar 334 girtiyên nexweş hene.  Bi destpêkirina pandemiyê re girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene bêtir bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Yek jî wan Hevseroka berê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Muhlîse Karaguzel (59) e. Di 10'ê tebaxa 2019'an de bi hinceta "Endama rêxistinê ye" polîsan bi ser mala wê de girtin. Piştî re Muhlîse hat girtin.    Muhlîse hem ji ber temenê xwe û hem jî ji ber nexweşiyên kronîk di rewşekî ne baş de ye. Muhlîse niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî ye. Heke Muhlîse neyê ameliyat kirin dibe ku çavên xwe winda bike. Keça Muhlîseyê Zîlan Karaguzel ji ber pandemiyê demek dirêje neçûye hevdîtinê tenê bi rêya telefonê dikare hevdîtinê pêk bîne.    Zîlan hest û ramanê xwe ji ajansa me re wiha anî ziman: "Herî dawiyê min dît ku dayika min baş nabîne. Min dît ku li cihê ku rûdinê min nabîne. 2 meh beriya niha divê bihata emeliyatkirin. Pirsgirêkên wê yên giran hene. Li gorî agahiya bijîşkê divê carek din bê emeliyatkirin ji ber ku emeliyata wê ya yekem baş derbas nebûye. Her wiha emeliyata duyem jî ji ber nexweşiya şekir û tansiyonê gelekî bi rîsk e. Di danişîna herî dawiyê de nehat tehliyekirin û carek din wê şandin girtîgehê, niha jî pandemiyê dikin hincet û dayika min nabin nexweşxaneyê."   Zîlan, di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û got: "4 nan dine koguşa ku 10 kes lê heyî. Girtî nikarin xwarinekî baş bigirin. Xarina ku tê dayîn jî pir xirab e û her wiha gelek kêm tê dayîn. Rewşa girtiyan gelekî nebaş e. Her wiha niha dayika min bi alîkariya hevalên xwe pêdiwên ên rojanê pêk tîne."   Zîlan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Qanûna Înfazê û wiha axivî: "Bi Qanûna Înfazê ji bilî girtiyên siyasî gelek kes serbest hatin berdan. Kesên ku hatin berdan bi heman sûcê kirin. Gelek girtiyên nexweş hene û dayik bi zarokên xwe re li girtîgehê ne. Ev rewşekî nebaş e. Niha rewşa tenduristiya dayika min di xeterê de ye. Raporên wê yên nexweşiyên kronîk hene heye û her wiha Nexweşxaneya Dewletê rapora 'Nikare li girtîgehê bimîne' dabû lê Tiba Edlî ya Stenbolê jî li dijî wê raporê derket. Ev tişt nayê qebûl kirin."    Her wiha dê sibehê danişîna Muhlîseyê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin. Zîlan bangewaziya tevlîbûna danişînê kir.