'Li hemberî rêxistinbûna me êrîş tên kirin' 2020-09-15 09:11:21       Viyan Seîd- Nesrin Hisen   ŞENGAL - Jinên Şengalî bertek nîşanî êrîşên hewayî yên li ser Şengalê dan û gotin ku êrîş li ser rêxistinbûn û îradeya wan tê kirin.    Dewleta tirk roj namîne ku li ser herêmên kurdan û bi taybetî jî li ser Şengalê êrîşên hewayî pêk nîne. Şêniyên Şengalê ku ji erîşan bi fikarin van êrîşên dewleta tirk wekî êrîşên li hember vîn û rexistinbûna civaka Êzidî digirin dest. Jinên Şengalê derbarê êrîşên dewleta tirk de nirxandin kirin.    'Qetlîama hat kirin nehat naskirin'   Heyat Bedel di derbarê erîşan û planên ku li ser rexistin û xweseriya Şengalê tên meşandin nirxand: “Dijmin îro di her milî de erîşan li ser Şengalê dide meşandin. Ev êrîş di warê siyasî de jî tên kirin. Ev 6 sal di ser fermanê re derbas bûn û heta niha jenosîda ku li ser civaka Êzidî hatiyê meşandin bi fermî nehatiyê naskirin. Hîna gorên me yên komî nehatine vekirin û gelek gorên komî hene.  Heta roja îro jî tiştekÎ berbiçav ji bo vê nehatiyê kirin.  Lê îro jî êrîşî me dikin. Çawa di erîşên qirkirinê yên di sala 2014’an de bedengî hebû îro jî hemû kes li hemberê erîşên li Şengalê bedeng e. Bedengiya heye ji xwe hevkariya wan dide diyarkirin. Destpêke hikûmeta Iraqê pewîstê li ser van bisekinê. Bi taybet jî Iraq divê vê jenosîda ku hat kirin di serî de nas bike û ji bo bê naskirin bixebite.  Îro di her alî de li ser me erîş hene. Pewîst e ji her alî de xwedîderketin hebe."    'Bêdeng nemînin'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Xidir jî derbarê erîşan de ev tişt got: “ Êrîşên ku li ser Şengalê pêş dikevin em qebûl nakin. Hikûmeta Heremê bi dewleta tirk re hevdîtinan dike û piştî we jî erîşî me dikin. Balafirên wan her tim li Şengale digerin. Em weke jinên êzidî erîşên ku li ser me tên kirin qebûl nakin. Armanca wan tunekirine çanda me û civaka êzidî ye. Em jî qetlîame xelas bûn.  Lê îro jî dewleta tirk li ser axa me erîşî me dike. Erîşê wan li ser heza me ya parastinê ne. Êrîşî zarokên me yên ku me diparêzin dikin. Dema erîşa DAÎŞ ya di sala 2014’an de em di destê çeteyên DAÎŞ’e de hiştin. Îro me xwe rexistin kiriye û ji ber wê êîrîşî rêxisitna me dikin. Hikumeta Iraq û ya herema Kurdistanê tiştek ji me re nekirin. Îro jî li hember van erîşan bedeng dimînin. Em bang li gelê xwe dikin ku gelê me li hember van erîşan bedeng nemîne. Em dikarin xwe biparêzin. Kesek din me naparêze. Ji bo ve jî em dibejin hember erîşan bedeng nemînin.”