Nûrşan Hisên: Yekîtiya jinan girîng e 2020-09-15 09:09:09   Lîlav Elî     ŞEHBA - Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên bal kişand ser rewşa jinan a li her çar parçeyên kurdistanê û ev tişt got: “Li hember hemû kiryarên faşîst yên ku hebûna jinan hedef digrin û di nava hawêrekê de wê dorpêç dike, yekîtiya jinan girîng e."   Bi salane  jin bi awayekî kole dijiyan. Her cureyên tundiyê ser jinan dihat meşandin û ne xwedî rêxisineke ku wan biparêze bûn. Derbarê rewşa jinan li her çar parçeyên Kurdistanê û kolekirina jinê de, Nûnere Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên nirxandin kir.     'Jin ji bo azadiyê bû pêşeng'   Nûrşan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li jinê û wiha got: "Di rûpelên dîrokê de li rojavayê Kurdistanê di encama serweriya zîhniyeta Rêjîma BAAS'ê de jin hatibûn bindestkirin. Jinan nikaribûn mafê xwe yê rawa daxwaz bikira. Bi avabûna Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê re û bi taybet piştî Şoreşa Rojava jin bûn pêşengên azadiyê. Jinan êdî pergala ku wan bindest dihêle qebûl nekirin û weke dildarên azadiyê li pey mafê xwe geriyan."   'Jin li nirxên welatparêziyê xwedî derketin'   Nûrşan di nava gotinên xwe de da zanîn ku jinên Rojava  zîhniyeta mêrê serdest heta astekê guhertin, li nirxên pîroz yên welatparêziyê xwedî derketin û wiha domand: "Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê guhartinên pir mezin li ber çavan çêbûn. Di aliyê jinanan de. Guhertinên wekî ku jin çawa xwe bi rêve bibin, li her qadê li hebûna xwe xwedî derkevin. Herwiha jininan li aliyekî din jî di warê guhartina zîhniyeta mêrê paşverû de encamên baş bi dest xistin . Li beramberî serweriya Rêjîma BAAS'ê jin gihêştin jiyaneke azad û li nirxên xwe yên welatparêziyê xwedî derketin."    'Li Tirkiyayê jin bi qirkirinê re rûbirû dimînin'   Nûrşanê di berdewamiya gotinên xwe de rewşa jinan li bakur û başurê Kurdistanê jî nirxand û wiha pê de çû: "Li  bakurê Kurdistanê ji ber faşîzma dewleta tirk jin bi qirkirinê re rû bi rû dimînin. Di heman demê de li wê derê jinên kurd li hember vê faşîzmê têkoşînê didin meşandin û hebûna xwe bi demokrasiyê re mayinde dikin. Dewleta tirk her hewil daye mafên hemû jinan û bi taybet jî yên jinên kurd binpê bike. Li başûrê Kurdistanê jî heman tişt tê kirin. Ji bo ku jin têkoşîna xwe ya azadiyê nedin berdewamkirin gelek caran li paş deriyan tên kilîtkirin. Her wiha di qadên siyasetê de nûrertiya jin weke ku tê xwestin nayê pejrandin. Hêviya me ku hemû jin li hember dijminên jinan bê deng nemînin."   'Dewleta Îranê jin di nava çemberekê de hiştiye'   Nûrşanê bal kişand ser rewşa jinan a li Îranê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Rewşa rêhevala me Zeyneb Celeliyan di zîndanên Îranê de siyaseta dewleta Îranê ya çewşandina vîna jinê dide nişandan.Tevî rewşa nexweşiya Vîrûsa Koronayê xeteriyeke mezin li ser jiyana jina siyasetmedar Zeyneb Celeliyan heye. Hikûmeta Îranê di dirêjahiya dîrokê de heta roja îro jiyanek azad ku jin bi hemû mafên xwe tê de bijîn  qebûl neiriye.  Bi şêwazên dûrî wîjdan û mirovahiyê jin xistine nava çemberekê û bêdeng kirine."     'Yekîtiya jinên Kurdistanê girîng e'   Nûrşanê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo bidawîbûna li faşîzmê yekîtiya jinan girîng e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo ku em dawî li faşîzmê bînin, divê ku tevahî jinên li her çar perçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin bikin."