Daxistina tabelayên kurd hat şermezarkirin 2020-09-14 15:59:42   WAN - Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ebexê, bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî yên gundên navçeyê da û diyar kir ku ev dijminantiya li hemberî kurdî ye.     Duh li navçeya Ebexê ya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tabeleyên bi kurdî-tirkî yên gundan daxistibûn û li şûna wan tenê tabelayên bi tirkî çikandibûn.  Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ebexê ya Wanê, bi civîneke çapameniyê bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî yên gundan da.    Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Gonul Ûzûnay, di civînê de axivî û diyar kir ku tiştên tên kirin nayên qebûlkirin û wiha got: “Dema ku qeyûm hatin destpêkê êrişê tabeleyên bi kurdî yên şaredariyên me kirin. Berê jî zimanê kurdî temûl nedikirin û niha jî ev bêtemûliya wan didome. Qeyûm dijminatiyê li zimanê kurdî dikin. Kesên ku kurdî kirine amûra siyasî, îro li Ebexê navên gundên kurdan ji tabeleyan dibin. Kurdî ne amûreke siyasî zimanê zikmakî yê gelekî ye. Em weke HDP vê rewşê şermezar dikin û têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin dikin.”   Civîn bi dûrişma  “Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.