TTB’ê ji bo hempîşeyên xwe dê çalakiyan li dar bixe 2020-09-14 15:35:51   ENQERE - Ji bo balê bikişînin ser zêdebûna hejmarên pêketiyên vîrûsa koronayê û hempîşeyên wan ên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane TTB’ê wê hefteyekê çalakiyan li dar bixin. TTB'ê banga beşdarbûna çalakiyê kir.   Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), ji bo balê bikişîne ser zêdebûna hejmarên pêketiyên vîrûsa koronayê û hempîşeyên wan ên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane wê hefteyekê çalakiyan li dar bixe. TTB’ê, derbarê çalakiyên ku li dar bixin de daxuyaniyeke nivîskî da û bang li xebatkarên tenduristiyê kir ku tevlî çalakiyan bibin.    TTB, destnîşan kir ku wê li hemû bajaran çalakiyên xwe bi odeyên bijîjkan re li dar bixe û her roj berpirsyartiya dîrokî ya kesên ku sûc dikin sutiyê welatiyan û bar li bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bar dikin, bi bîra wan bixin. TTB’ê di banga xwe ya ji bo çalakiyên ku dê di navbera 14-18’ê îlonê de li dar bixin de ev tişt rêz kirin:    "* Kampanyayê medya civakî yên ku rewşa bijîjk û xebatkarên tenduristiyê raxin ber çavan bên lidaxistin.    * Di serî de ji bo bal kişandina ser mirina kedkarên tenduristiyê û zêdebûna hejmarên pêketiyên vîrûsa koronayê, li hemû saziyên tenduristiyê û qadên jiyanê heta hefteyekê qurdelên reş bên daleqandin.    * Ji bo raxistina encamên pêvajoya asayîbûnê ku di meha hezîranê de hi aliyê hikûmetê ve hatibû ragihandin, li hemû bajaran meş bên lidarxistin.    * Ji bo bijîk û xebatkarên tenduristiyê ku jiyana xwe ji dest dane, li hemû nexweşxane û saziyên tenduristiyê rêz bê girtin."