HDP: Em nahêlin êrîşên nijadperest bên normalîzekirin 2020-09-14 14:13:18   ENQERE - MYK'a HDP'ê derbarê êrîşa nijadeperst a li Efyonê ku di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da û got, "Em destûrê nadin ku kesên êrîşên nijadperest pêk tînin bê ceza bimînin û bi vê re ev êrîş bên normalîzekirin."   Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, têkildarî êrişa nijadperestî ya li Afyonê li hemberî karkerên kurd ên înşaatê daxuyaniyek da. HDP’ê êrişa li Sakaryayê ya li hemberî karkerên kurd bi bîr xist û diyar kir ku eriş encama daxuyanî û polîtîkayên hundir û derve yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Sedema mirina karkerekî Kurd li Afyonê gotinên nefretê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye, xemsariya li pêşberî vê mijarê ye. Êrişên nijadperestî yên li dijî kurdan tên kirin encameke polîtîkaya desthilatdariyê ya bêcezahiştinê ye."    HDP'ê destnîşan kir ku wê bûyera nîjadperestî ya li Afyonê bişopînin û nehêlin kesên ku êrişên nijadperestiyê li dijî kurdan dikin bêceza bên hiştin.