Li Farqînê li dijî kuştina jinan daxuyanî hat dayîn 2020-09-14 14:00:18   AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Farqîna Amedê li dijî kuştina jinan li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em desthilatdariya AKP-MHP'ê hişyar dikin û dibêjin ku dawî li şîdet û kuştina jinan bînin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Farqînê li dijî kuştina jinan daxuyaniyekê dan çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên Farqînê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP'ê ya Farqînê Halîme Soner ve li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê hat xwendin.    Halîme da zanîn ku di demên dawiyê de hêjmara kuştinên jinan zêde bûye û got: "Em di heremên wekê Amed, Êlih, Mêrdîn, Agirî de her roj kuştina jinan re dibin şahîd. Herî dawiyê li navçeya Farqînê de zarokekî 16 salî û jinekê ciwan a 18 salî jiyana xwe ji dest dan. Van kuştinan ji ber encamên polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê pêk tê."    Halîme diyar kir ku heta kuştina jinan bi dawî bibe wê bitêkoşin û wiha axivî: " Erka dewlet û desthilatdarê ew e ku divê pêşî li ber kuştina jinan bigire û jinê di her qadên jiyanê de bi hêz bike. Em desthilatdariya AKP-MHP'Ê hişyar dikin ku êdî bila tundî, kuştin û zordariya li ser jinê bidin sekinandin. Em kesên ku dibin sedema kuştina jinan bi tundî şermezar dikin."