PYD'ê li dijî êrîşan hemleya xwe ragihand 2020-09-14 13:23:57   KOBANÊ - PYD a Herêma Firatê bi dirûşmeya "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" hemleya xwe ya li dijî êrîş û xeteriyan bi daxuyaniyekê ragihand.    Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Herêma Firatê (PYD) bi armanca bidawîkirina xeteriyên ser axa gelan û afirandina jiyaneke azad hemleya xwe ya li dijî êrîşan bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyanî li qada jina azad bi beşdariya endamên sazî û dezgehên sivîl hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê PYD yê Herêma Firatê Ehmed Şêxo ve hat xwendin.    Daxuyaniya PYD'ê ya herêma Firatê wiha ye: "Em weke PYD me dest bi hemleya xwe ya têkoşîna li dijî êrîş û xeteriyên ser axa gelan kir. Parastina çand, nasname, rûmet,civak û nirên şêhîdên me erkê her mirovekî welatparêz e. Her wiha parastina van nirxan misogeriya serkeftina şoreşa me ye. Em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin, dijminên me dixwazin destkeftiyên me ji dest me bigirin.    Hemleya me, hemleyeke civak, demokrasiye û siyasetê dest digre. Her wiha serhildana sivîla ye.  Wê hemleya me ne demkî be, her bidome heya serkeftineke mayinde. Pêwist e li dijî dijminên civakan helwesta me yek be, da ku em bikarbin azadiyê ji civaka xwe re bînin.    Siyasetên ku dewleta tirk ser civaka me dide meşandin, em ê li dijî wê têbikoşin. Hemleya me wê di zûtirîn dem de bikeve piratîkê de û dawiyê li pergala faşîzmê bîne. Şerên ku li Rojhilata Navîn de tê kirin, ji encamên siyasetên qirêjin  yên ku dixwazin guhertinekê ser axa wê bide çêkirin. Misogerkirina mafê gelan li ser vê axê ne hatiye pejirandin.    Lewra jî ji armancên vê hemleyê ku em bikaribin hêza xwe ya cewherî, siyasî û îradeya xwe li dijî êrîşkarên axê bidin bi kar anîn. Banga me ji bo tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên siyasî û pêşengên civakê, ciwan û jin heye ku bi yek ruhî hemleya xwe bi ser bixin. Bi rihê têkoşînê û ji bo tolhildana şehîdan em ê azadiya gelê xwe misoger bikin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.