'Zanista Jineolojiyê dê bibe bersiva aloziyên serdema nû' 2020-09-14 09:04:45       Lîlav Elî    ŞEHBA - Endama Komîteya Zanista Jineolojiyê Zaxocan Hisên û Mamosteya Jinolojiyê Zehîde Mamo ya Herêma Efrînê girîngiya hebûna jineolojiyê di nava civakê de anîn ziman û wiha gotin: " Armanca Zanista  Jineolojiyê ew e ku jiyaneke nû bi hevsengiyeke rast  bide avakirin û ji tevahî aloziyên civakî re wê Zanista Jineolojiyê bibe bersîv."    Di sala 2017'an de bi armanca avakirina jiyaneke nû, pêşxistina hevjiyanek azad, birêxistinkirina jinan û lêkolînkirina dîroka jinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yekemîn car Zanista Jineolojiyê  pêş xist. Ev zanist ji ber ku jin û jiyanê di nava xwe de dihewîne tevahiya civakê digre dest. Her wiha bi derketina  Zanista Jineolojiyê re û belavbûna wê di nava civakê de guhartinên erênî bi xwe re anîn. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Zanista Jineolojiyê Zaxocan Hisên û Mamosteya Beşa Jinolojiyê Zehîde Mamo derbarê girîngiya hebûna Zanista Jineolojiyê di nava hemû qadên jiyanê de nirxandin kir.   'Zanista Jineolojiyê ji serdema nû re bersiv e'   Endama Komîteya Zanista Jineolojiyê ya Herêma Efrînê Zaxocan Hisên tekez kir ku Zanista Jineolojiyê di nava civakê de wê bibe bersîva aloziyên serdema nû û ev tişt got: "Zanista Jineolojiyê bingeha xwe ji jin û jiyanê digire, ji bo vê yekê jî hebûna Zanista Jineolojiyê di serdema nû de dê ji hemû aloziyên civakî re bibe bersîv.  Pirsgirêkên jin û jiyana ku ji wateya xwe dûr ketiye tê de tên şîrovekirin. Zanista Jineolojiyê dikare civakê ji nava pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimîne derbixe. Her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber ku hertim ji bo azadiya jinan û civakê hewilda, analîzên pir xurt kirine û xwestiye zanisteke guncev ava bike.  Di sala 2017'an de di Sosyolojiya azadiyê de Zanista Jineolojiyê derxist pêş ."   'Jineolojî dengê azadî û edaleta civakî ye'    Zaxocan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji bo avakirina hevjiyaneke azad jineolojî zanista herî rast e û wiha pê de çû: "Dema ku mirov lêkolîn bike û balê bide de ku çawa civak di nava aloziyan de hatiye xetmandin, li hember vê yekê hevjiyaneke azad pêwist dike.  Ji bo wê jinolojî dikare hevjiyaneke azad ava bike û bi pêş bixe. Her wiha Zanista Jineolojiyê bi hemû qadên xwe yên wek: Perwerde, dîrok, tenduristî, aborî û polîtîka tê nasîn.  Her qadek jî dikare edaleteke civakî ku bi salane ji civakê hatiye qutkirin ava bike. Jinolojî bû dengê azadî û edaleta civakê ."    'Jineolojî wê dawî li hemû cînayetan bîne'   Zaxocan di dawiyê de destnîşan kir ku armanca sereke ya Zansita Jinolojiyê ew e ku avakirina jiyanek nû, bi ramaneke nû û bi hevsengiyeke rast bi xwe re bîne û wiha bi dawî kir: "Avakirina  Zanista Jineolojiyê bi hevsengiyeke rast dikare dawî li hemû çînatiyên wek koletî û koledariyê bîne. Her wiha em jî weke nûnerên  Zanista Jineolojî em hewil didin ku xwe bighînin tevahî jinan û zanista jin û jiyanê li hemû qadên ku jin lê hene belav bikin."   'Rêber Apo bi lêkolînên gihêşte zanisteke ji bo jinan'    Mamosteya Zanista Jineolojiyê Zehîde Mamo jî bal kişand ser destpêka Zanista Jineolojiyê, girîngiya hebûna wê di nava civakê de û wiha got: "Rêber Apo bi daxwaza xurtkirina jinan û avakirina kesayeta wan ya rast ku ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve hatibû veşartin Zanista Jineolojiyê yekemîn car pêş xist û weke pirtûkekê di nava civakê de belav kir. Rêber Apo bi pirsa ku divê jin çawa be ?, jin çi di nava civakê de dijî lêkolîna xwe di derbarê Zanista Jineolojiyê de xurt dikir. Her wiha hebûna Zansita Jinolojiyê  di nava  civakê de bi taybet ji bo jin û jinên ciwan weke hebûnekê ye."   'Gavên erênî bi pêşxistina jineolojiyê re hatin avêtin'   Zehîde di domandina axaftina xwe de got ku piştî dayina dersa Zanista Jineolojiyê di dibistanan de qebûlkirinek di naber mêr û jinên ciwan de ava bû û wiha dom kir: "Ji ber feraseta mêr ku di nava civakê de lê hatibû ferizkirin ferq û cudahiyek di navbera xwendekarên her du zayindan de derdiketibûn holê.  Lê di encama dayina dersa Zanista Jineolojiyê de û naskirina kûrahiya wê, êdî  ew ferq û cudahiya ku hatibû avakirin rabû.  Gavên erênî bi jineolojiyê re hatin avêtin."   'Jineolojî kilîda xwenaskirinê ye'   Zehîde di dawiya gotinên xwe de da zanîn ku Zanista jineolojiyê xelasiya civakê ji hişmendiya kevnar  bû û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi derketina Zanista  Jineolojiyê re jinan ji bo xwenaskirin û xwebirêxistinkirinê rêyeke nû hilbijartin. Jineolojî kilîta xwenaskirinê ye."