Karantînaya gundiyên bi êrîşa nijadperest re rûbirû man bi dawî bû 2020-09-13 16:13:09   MÊRDÎN - Karantînaya li ser gundê kedkarên Şemrexî ku li Sakaryayê bi êrîşa nijadperest re rûbirû hatin bi dawî bû.   Karkerên kurd ku li gundê Sirtê yê navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê êrişa nîjadperest li wan hatibûn kirin û vegeriyabûn gundê xwe Kelekê yê navçeya Şemrexanê ya Mêrdînê. Di 6’ê îlonê de bi hinceta vîrûsa koronayê li gundê karker lê diman karantîna ragihandin.   Qarantînaya ku bi armanca astengkirina serdanên karkeran li gundê Kelekê û gundikên wê Çemê Rêşan û Dêrê hatibû îlankirin, bi dawî bû. Bi dawîbûna qarantînayê re barîkatên ku ji hêla leşkeran ve hatibûn danîn, hatin rakirin. Lê hê jî ketin û derketina gundê Kelekê û gundikên wê bi kontrol tê kirin.    4 rojên destpêkê yên qarantînayê tu test nehatin kirin. Hat hînbûn ku piştî derbarê mijarê de nûçe hatin çêkirin, ekîbên tenduristiyê çûn gundê Kelekê û her du gundikên wê û testa gundiyan girtin. Keyayê gund, diyar kir ku hê jî encamên testan ji wan re nehatine ragihandin û tu nîşanên vîrûsa koronayê bi kesî re tune ne.