Ji bo Serokatiya Daîreya Jinê mêr hat tayînkirin 2020-09-13 11:16:50   MÊRDÎN - Piştî ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn guherî, Mehtap Bîngul a ku ji aliyê qeyûmê kevin Mustafa Yaman ve tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê hatbû kirin guhertin û li şûna wê mêrek hat tayînkirin.    Waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman, di 16'ê Mijdara 2016'an de tayinî Şaedariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin û piştî hatibû tayinkirin Mehtap Bîngul  tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê. Lê piştî di hilbiajrtina 31'ê Adarê de HDP bi ser ketibû cardin şaredarî bi dest xistibû, rêveberiya HDP'yî Mehtapê ji vê peywirê girtibû. Lê belê derket holê ku Mehtapê daîreyên aydê malbata xwe bi kirê daye şaredariyê. Di 19'ê Tebaxa 2019'an de piştî cardin qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, vê carê Gulîze Îpek a li ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ji peywir girt û cardin Mehtapê hat ser heman serokatiya daîreyê. Piştî qeyûm Mûstafa Yaman çû û Mahmut Demîrtaş hat şûna wî, Mahmut Demîrtaş jî ji ber nelirêtiyan Mehtapê ji peywirê girt.    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamiyayê (MA) Piştî Mehtapê ji peywirê hat girtin, qeyûm Abdurrahman Şahîn danî ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê. Abdurahman Şahîn, di heman demê de Midûrê Perwerdehiya Millî ya Bajêr û Serokê Daîreya Karên Çand, Turîzm û Civakiyî ye.    ‘Feraseta qeyûm diyar dike'    Gulîzar Îpek ji bo vê yekê anî ziman ku çûyîna Mehtap Bîngul baş e, lê belê li şûna wê tayinkirina zilamekî feraseta qeyûm dide der. Gulîzarê, bilêv kir ku ji serî de kirinên qeyûman dişopînin û got: "Piştî vîna gel hat xespkirin û qeyûm hatin tayinkirin, ewilî berê wxe dan jinan. Bi qasî ku em ji îcraatên qeyûmê nû jî fêm dikin ku wê êrîşên bi vî rengî bidomin. Jixwe li yekekîneya jinan bicihkirina mêrekî jî nîaşn dide ku wê tiştên li wê derê bi kîjan ferasetê bên kirin. Em dev ji paradîgmaya jina azad, ekolojîk û demokratîk berdanin. Em ê dev ji nûnertiya wekhev bernedin."    'Encama polîtîkayên zayendparêz e'   Gulîzarê, destnîşan kir ku li Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan bicihkirina mêrekî bi tu awayî qebûl nakin û got: "Ev jî rengvedana polîtîkayên dijminatiyê yên îqtidarê ne. Ev tê wateya nehisibandina jinê û dûrxistina wan a ji saziyan. Navê wê li ser e Serokatiay Daîreya Xizmetên Jinan. Li qadeke ku ji bo jinan dixebite bicihkirina zilamekî encama polîtîkayên zayendparêz û dijminatiyê ne. Em li dijî vê ferasetê têdikoşin."