'Nebûna çavdêriya navneteweyî rêjeya sûcên dijî jinan zêde dike' 2020-09-13 09:03:17   Sorgul Şêxo    BEXDA - Cîgira Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Îraqê Îqbal Selal diyar kir ku li herêmên ku hatine dagirkirin bêtir jin bi şîdeta hovanê re rûbirû dimînin û got: "Li Sûriyeyê, Yemenê, Lîbiyayê û Îraqê bêtir jin dibin mexdûrê şer. Nebûna çavdêriya navneteweyî li deverên ku şer lê diqewimin rêjeya sûcan li dijî jinan zêde dike.”    Şîdeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî jî li hemberî herêmên dagir kirî kiryarên li hemberî jinê bêtir zêde ne. Ji ber ku di êrîşan herî zêde jin hedef tên girtin. Jin di şeran de bi şîdet, taciz, tecawiz û kuştinê re ribûrî dimînin. Herêmên wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiyê, Yemen, Lîbiya û Îraq cihê ku herî zêde jin dibin hedefa êrîşkaran. Têkildarî vê mijarê Cîgira Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Îraqê Îqbal Selal ji ajansa me re axivî.    Îqbal got ku li herêmên şer, sûcên li hemberî jinan zêde dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Deverên ku pevçûn û şer lê diqewimin ji aliyê çavdêriya navneteweyî an ji hêla rêxistinên ku bi maf, azadiyên jin û zarokan ve eleqedar in tên kontrolkirin. Li piraniya Herêmên Rojhilata Navîn jin dibin qurbaniya şeran. Ji aliyê hêzên terorîst û nijadperest ve jin bi îstîsmara zayendî, tacîz, tecawîz, revandin û qetîlkirinê re rûbirû dimînin."   'Kîna hêzên desthilatdar li hember jinan heye'   Îqbal, diyar kir ku gelek jin ji ber şerê ku li Sûreyê û Iraqê pêk tê li bazaran tê firotin û got: "Di şerê ku li Sûriyeyê û Îraqê de diqewime bi hezaran jinên ku bûne qurbaniya şer û planên hêzên terorîst, hene. Li bazarên Sûriyê û Îraqê ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ser Reqa û Mûsilê hatin revandin û firotin. Ne tenê DAIŞ hemû hêz, ji bo ku vîn û îradeya hêzên li hember serweriya xwe bişkînin, jinan dikin hedefa xwe. Her wiha bêdengiya civaka navdewletî û NY li hember sûcên derheqê jinan de li herêmên dagirkirî li Sûriyê, Îraqê, Yemen û Lîbiya hevkariya wan di dagirkirinê de nîşan dide. Ev sûcên ku der tên berjewendiya hêzên navneteweyî diparêze."   'Sûcên li dijî jinan di astên herî jor de hatiye plankirin'   Îqbal binpêkirinên derheqê jinan ya ku li Tirkiyeyê pêk tê jî bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derbarê binpêkirinên li Tirkiyê û partiyên girêdayî wê ser civaka Tirkiyê jî, armanca wan ev e ku siyaseta desthilatdariya ku Erdogan temsîla wê dike ser civakê bide ferzkirin. Bi belavkirina teror û tirsê di giyanên mirovan de, bi kiryarên hovane yên li dijî jinan dixwaze civakê bike bin bandora xwe de. Binpêkirinên mafan li herêmên dagirkirî jî di asta herî jor û kûr de hatiye birêxistinkirin û planeke giştî heye."   'Dixwazin dozên şîdeta ser jinan veşêrin '   Îqbal di dawiya gotina xwe de nîqaşên derbarê betalkirina Hevpeymana Stenbolê ya ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Armanca betalkirina hevpeymana Stenbolê ew e ku parastina radeyarên di hûndirê Tirkiyê de yên ku sûcên giran derheqê jinan de pêk anîne, bê kirin. Dixwazin bi vê yekê dozên şîdeta ser jinan veşêrin. Di dawiyê de em dibêjin ji bo maf û dozên jinan em di nava tevgerê de ne û heya dawiyê em ê ji bo wan têkoşîn bikin. Azadî ji bo tevahî jinan."