Kongreya Star: Têkoşîna azadiya jinên kurd têkoşîneke hevpar e 2020-09-12 13:41:58   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star derbarê tecawiza ku li Pakîstanê pêk hatî daxuyaniyekê nivîskî weşand û got: "Tekoşîna me ya azadiya jinê tekoşîneke hevpare, çareseriya vê jî xwe bi rêxistinkirin û xwepasrastin e. Divê em wek jin tekoşîna xwe bilind bikin.”   Derbarê destdirêjiya ku li Pakîstanê pêk hatî de Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyekê nivîskî weşand û bertek nîşanî bûyerê da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Kongreya Star tekoşîna xwişkên xwe ye li Pakîstan û çalakiyên wan ya 12’ê Îlone silav dikin û hêzê didin tekoşîna wan.   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Em weke jinên kurd ên li aojavayê Kurdistanê çalakiyên xwişkên xwe yên Eniya Jinên Demokrat (Women Democratic Front) yên li Pakîstan silav dikin û bi wate dibînin. Di roja 10’ê Îlonê 2020’an de êrîşek hovane li Pakîstan li hemberî jinekê pêk hat. Jineke pakîstanî li ser rêkê dema ku bi zarokên xwe re di otombîlê de ye û ber bi bajarê Lahore ve diçû, otombîla wê ser rêkê xerab dibe. Du zilaman li pêşiya zarokên wê destdirêjiyê lê dikin. Li beramberî van kiryaran em weke jin hêrsa xwe nîşan didin, ji ber ev bûyerên wiha ne tiştekî nû ye.    Çandan destdirêjiyê ser jinan rojana ji aliyê mêrên zayindperest ve tê meşandin. Pergala serweriya mêr li seranserî cîhanê belavbûye û xwedispêrê zîhniyeta baviksalarî. Destdirêjî  amûrekî qirkirina jinê ye û her jin rastî wê tên. Pêwist e hemû jin di wê ferqê de bin û êrîşên ser hebûna jinê qebûlnekin. Di Efrînê de rojane jin tên revandin û bi tecawizê re rûbirû dimînin. Lê tu aliyên ku rê li pêşiya vê yekê bigrin helwestên xwe nîşan nadin.     Em jî tevlî nêrîna xwişkên xwe yê Eniya Jinên Demokrat (Women Democratic Front) li Pakîstanê dibin ku bidarvekirina kesên tecawîzkar ne çareseriyekî mayinde ye. Lê çareseriyeke  radîkal ew e ku civak û jin li beranberî van êrîşên hovane di her keliyê jiyanê de xwe bi rêxistin bike. Tenê dema jin bigihêje azadiya xwe di civak de ewlehiya jin misoger dibe. Ji bo vê divê jin li seranserî cîhanê xwe birêxistin bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin.   Tekoşîna me ya azadiya jin tekoşîneke hevpare. Çareseriya vê jî xwerêxistinkirin û xwepasrastin e. Divê em wek jin tekoşîna xwe bilind bikin, ji ber ev şer şerekî  li dijî hebûna me ye. Ger em xwe bi rêxistin nekin û xwe neparêzin ev êrîşên tecawîzê û hemû êrîşên qirkirina jin wê berdewam bikin. Divê em wek jin dengê xwe û helwesta xwe bikin yek.   Em weke Kongreya Star tekoşîna xwişkên xwe ye li Pakîstan û çalakiyên wan ya 12’ê Îlone silav dikin û hêzê didin tekoşîna wan."