Dîrokeke kevnar û şopa êzidiyan: Gundê Kîwex 2020-09-12 09:07:28   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Gundê Kîwexê ya girêdayî navçeya Hezexê, dişibe Heskeyfê û şopên serdema pêşîn hîn hene. Gundê ku xwedî dîrokeke kevnar e, xaniyên gund ji ber ku bêxwedî hatiye hiştin hemû bi hilweşandinê re rûbirû ne.     Gundê Kîwexê ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ye, 135 km dûrî Şirnexê ye û 45 km jî dûrî Hezexê ye. Gundê Kîwexê gundekî êzidiya ne û xwedî dîrokeke kevnar e.    Xaniyên gundê Kîwexê dişibe wek Heskeyfê û şopên serdema pêşîn hîn hene. Xaniyên vî gundê hemû bi keviran hatine çêkirin. Êzdiyên ku di dîrokê de gelek caran rastî komkûjiyê hatine, li ser axa Kurdistanê jî bi salan jiyane heta salên 90’î û reng dane vî axê. Êzidiyên gundê Kîwexê, di salên 90’î de ji ber zext û zilmên dewletê neçarmane ku gundê xwe terk bikin û berê xwe dane Ewropayê.    Lê belê Êzidî her sal di heman deman de berê xwe didin welatê xwe û tên serdana gundê xwe. Ji aliyekî din ve jî Êzidî, Êzidiyên ku jiyana xwe ji dest didin tînin li vî gundê defin dikin. Her wiha Êzidî her sal dema tên serdana gund nezirêyê didin.    Bi taybetî jî goristana Êzidiyan gelek bala mirovan dikişîne. Li ser gorên Êzidiyan Melekê Tawûsê û roj hene û bi keviran hatine çêkirin. Êzidî îsal ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê nekarin bên gundê xwe.    Di gundê Kîwexê de niha tu kes tuneye, valaye û bêxwedî maye. Piştî ku Êzidî neçar man gundê xwe terk bikin biçin cerdewanên gundê Daskanê di salên 90'î de navê gund gûherandin û kirin "Gundê Îslam". Piştî li ser nerazîbûnan doza ku hat vekirin şûnde navê gund hat guhertin û navê gund carek din bû "Gundê Kîwex" Niha di têketina gund de kuleya cerdewanan hatine bi cih kirin.     Gundê Kîwex, navê xwe ji şikeftên gund digire. Gund bi xweza û xaniyên ku xwedî serdema pêşînin mirovan bi diheyirîne. Lê belê xaniyên Êzidiyan ên li gund ji ber baş lê nayên nêhirandin hemû bi hilweşandinê re rûbirû ne.     Her wiha gelek kes hem ji derve û hem jî ji hundir tên serdana gundê Kîwexê.