ROJEVA 12’YÊ ÎlONA 2020’Î 2020-09-12 09:00:00   *Di mijara yekrêziya kurdî de bila kurd berjewendiyên xwe yên siyasî û kesayetî bidin alî û li şûna wê berjewendiyên manewî ji bo tevahî civakê pêş bixin. Bila pakrewanên Kurdistanê di gorê xwe de rehet razên û armanca ku ji bo wê canê xwe feda kirine bên pêk anîn.    *Derhêner Safînaz Evdikê bi navê "Berbû" fîlmek li ser serpêhatiyên Serêkaniyê dikêşîne û di fîlmê de çîroka jinan vedibêje. Safînaz, diyar kir ku jin kedeke ber bi çav di hemû qadên têkoşîn û jiyanê de daye û got: "Min jî xwest ku bi taybetî serpêhatiyên jinan di fîlmê de bînim ziman û rastiya li vir hatî jiyîn ji cîhanê re ragihînim." BI DÎMEN    *Rêveberiya Dibistana ya navçeya Ehdas li Kantona Şehbayê Orobe EL-Ebd li ser xebatên ku ji bo dibistanan kirine axivî û got: "Ji bo sala nû ya xwendinê hezar mamoste li Herêma Şehbayê hatine perwerdekirin. Her wiha tedbîrên tenduristiyê jî ji bo parastina xwendekaran hatin girtin." BI DÎMEN    * Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Rojavayê Kurdistanê Hîva Erebo, da zanîn ku li dar xistina 4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê girîng bû û got: "Me 23'yê Hezîranê weke roja bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriya li hember jinan ragihand. Ev roj roja qetilkirina Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne ye. Ji bo me jinan ev roj bilindkirina têkoşînê ne. Her wiha ne tenê wê rojê, her roj ji bo me bibe rojên tolhildan e." BI DÎMEN   * Dayîkên li wargeha Mexmûrê li ser sîxurtiya li ciwanan tê ferzkirin axivîn û gotin, " Bi zanebûn li kesên di nava civaka kurd de sîxurtî tê ferzkirin. Bila sîvur û çete destên xwe ji ser axa me bikişînin." DÎMEN HEYE    * KASED a ku bi dirûşmeya “Bi naverokeke têr û tijî ya dersên hunerî, di xizmeta jin û zarokên hunerhez de ye” dest bi xebatên xwe kir. Serlêdana kursan dest pê kir û mamosteyên KASED'ê gotin: "Kurs dê di çarçoveya tevdîran de bên dayîn. Em dixwazin jinên ciwan berê xwe bidin vir û ji kursên me sûdê bigirin." DÎMEN HEYE    * Gundê Kîwexê ya girêdayî navçeya Hezexê, dişibe wek Heskeyfê û şopên serdema pêşîn hîn hene. Gundê ku xwedî dîrokekî kevnar e, xaniyên gund ji ber baş lê nayên nêhirandin hemû bi hilweşandinê re rûbirû ne. DÎMEN HEYE    * Edîbe Eze li Farqîna Amedê dijî û ji bo debara mala xwe hiberîna titûnê dike. Edîbe destnîşan kir ku 2 sal in vî karî dike û karekî gelek zehmet e. DÎMEN HEYE    *Derbarê Can Yilmaz yê ku bi îşkencê Gullu Yilmaz qetil kir ji ‘muebeta giran’ û heta 20 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin û yekemîn rûniştin di 14’ê îlonê de wê bê dîtin. Parêzer Gevriya Atli ku dozê dişopîne bang li hemû jinan kir ku xwedî li doza Gullu Yilmaz derkevin. BI DÎMEN    *Jinên li Westan a Wanê di hilberîna fasulyeyan de cih digirin diyar dikin ku ew beramberê keda xwe nagirin. BI DÎMEN