Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Ji ber îhmalan hejmara nexweşan zêde dibin 2020-09-11 16:49:18   AMED - Ji bo balê bikişînin ser rewşa kedkarên tenduristiyê Platforma Tenduristiyê ya Amedê daxuyaniyek da û gotin: "Ji ber îhmalên rayedaran û nêzîkatiya keyfî û cihekariyê xebatkarên tenduristiyê nexweş dikevin."    Platforma Tenduristiyê ya Amedê, derbarê daxwazên kedkarên tenduristiyê û pergala performansê de li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên platforma tenduristiyê û Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya beşdar bûn. Di daxuyaniyê de kedkarên tenduristiyê dovîzên “Ji bo mafê ebe û perastara em deng derdixînin” , “Me çepikan nê wazenî, me heqê xo wazenê” , “Nobetên şevê bila 2 wardiya werin hejmartin” û “Em dixwazin wek mirovan bijîn û bixebitin” rakirin û pankarta “Em ne kole ne tenduristvan in, em performans na destmiza bingehîn dixwazin” vekirin.     Di daxuyaniyê de Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya axivî û bal kişand ser belavbûna nexweşiya vîrûsa koronayê û wiha got: “Em bi awayekî zêde pandemiyê dijîn. Xebatkarên tenduristiyê dimirin. Şertên me yên xebatê gelek zor in. Xebatkar di şert û mercên zor de ked didin. Em mafê xwe dixwazin. Destheqekî ku weke mirovan pê bijîn dixwazin. Heta ku dengê me were bihîstin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldiken axivî û diyar kir ku divê karkerên taşeronê jî xebatkarên ku sermayeya veberhênanê negirin jî bixin nav ekîba xizmeta tenduristiyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo kedkarên tenduristiyê heqê xwe bigirin divê mûçeyê wan di ser sînorê xizaniyê de be. Dahatên li gor performansê tên dayîn derbasdar in. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya îmtiyaz û cihêkariyê di rêveberiyên nexweşxaneyan de wek mobing û rewşên keyfî xwe didin nîşandan. Ji ber Nexweşxaneya Selahattîn Eyubî personel kêm in ji navçeyên derve bi awayekî derbasdar personel anîne. Li Amedê her roj 5 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê (covîd-19) dikevin. Li gor agahiyên ku heta niha me bi dest xistiye 580 xebatkarên tenduristiyê enfektebûne. 7 hevalên me yên xebatkar ji ber covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane. Ev hemû ji ber îhmalên rayedaran û nêzîkatiya keyfî û cihekariyê wiha zêde bûn. Em dibêjin ku riya çareseriya van hemû neyîniyan di aqilê hevpar de derbas dibe.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Tenduristvan in mafdar in em ê serbikevin” bi dawî bû.