Ebrû Gunay: Divê em yekitiya xwe xurt bikin 2020-09-11 14:19:51   AMED - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li ser pêvajoya siyasî civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî a li Enqereyê pêk hatî û got: "Divê hêzên kurd nêzîkatiyên ku yekitiya wan xira bike nekin. Hêzên dij kurdan êdî di nava qeyranekî de ne û wê bi şerê di navbera me de xwe têr bikin. Em ji hemû hêzên kurd daxwaza yekitiyê dikin."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP’ê) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Ebrû li ser pêvajoya siyasî, girtin, gefên tên jiyîn, pirsgirêka kurdan, qeyrana aborî û tendirustiyê yê axivî.   Ebrû di serî de bal kişand ser salvegera qetlîama 11’ê Îlonê ya ku ji hêla El-Kaîdeyê li Amerîkayê pêk hatî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "19 sal ser qetlîamê re derbas bû. Di qetlîamê de 3 hezar kesî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dan û nêzî 6 hezar kes jî birîndar bûn. Ji 11’yê Îlonê vir ve aştiya mayînde li cîhanê hat ferz kirin. Lê ABD li dijî van êrişan di serî de li Efganîstan û Îraqê bû sedema koçberî, qetlîam û mirina bi milyonan mirovan. Bu sedema tehrîp kirina avahî û erdnîgariyekî mezin. Bi taybet ji li Rojhilata Navîn ev cure êriş û qetlîam weke qederekî li ser wan de dihat. DAÎŞ û rêxistinên weke wê kirin belaya hemû cîhanê. Lê divê were zanîn ku tu ferq di navbera van hişmendiyan de tuneye. Ne ji ferqa van ji kesên ku di roja îro de li ser gelên Lîbya, Sûrye û ser Behra Spiyê didin meşandin heye. Mixabin ferqa roja îro ji beriya 11’ê Îlonê tune ye. Cîhan ne cihek xweştir û aramtir e. Faşîzm, nîjadperestî, netewperestî û polîtîkayên ewlehiyê rûyê cîhanê qirêj kir. Lê her tim hêvî berxwedana gelên cîhanê ye. Hêvî avakirina cîhanek aştiyane ye.    650 hezar kes hatin binçavkirin    Sibe ji salvegera darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê ye. Sibe dîrok cardin rojek reş nîşa dike. Li Tirkiyeyê beriya 40 salan darbeyên herî bi xwîn pêk hat. Bedelê wê ji giran bû. 650 hezar kes hatin binçavkirin, 14 hezar kes ji hemwelatiya Tirkiyeyê hatin derxistin. 517 kes hatin îdam kirin. 171 kes ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran kes ji di girtîgehan de bi mirinê re rûbirû hatin hêlan.   AKP hişmendiya 12'yê Îlonê dev girt   AKP'ê ya ku digot ev roj di dîroka Tirkiyeyê de wê weke lekeyek reş bimîn e ji hişmendiya 12’yê Îlonê weke mîrasekî devr girt û da meşandin. Îqtîdar bi vê hişmediya darbekar re xwe xwedî dike. Em ji li hemberî vê hişmendiyê têdikoşin. Em têkoşîna di 12’yê Îlona 1980’yan ya ku li hemberî hişmendiya darbekar berxwe daye mîras digirin. Em bi wê mirasa xwe re têkoşînê didin meşandin. Em  weke HDP dixwazin li dijî kesên ku darbeyê pêkanîne komîsyonek were ava kirin. Wê civak tola wan rojan li erde ne hêle. Dereng yan zu wê hilînin.   Divê em yekitiya xwe xurt bikin   Sedemê çaresernekirina pirsgirêka kurdan têrbûna îqtidarê ya ji siyaseta darbeye ye. Ev ji sedemê sereke yê çaresernekirinê ye. Hişmendiya 'Dij kurdbûnê' nayê guhertin. Dixwazin kurdan bînin beramberî hev. Divê hêzên kurd şiyar bin. Me hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Enqeryê re ji nêz ve şopand. Em ne li dijî pewendariya di navbera wan de ne. Lê divê berjewendiyên kurdan nekeve pêşiya berjewendiyên herêmî. Îro çareserî û pirsgirêk li pêşiya me ye. Divê em nêzîkatiyên ku yekitiya netewî bişkînin nekin. Dixwazin yekitiya me xirabikin, lê divê li dijî wê ji em yekitiya xwe xurt bikin.   Çend tecrîd mezin bibe wê şer ji mezin bibe   Çiqa tecrît kûr bibe wê şer ji kûr bibe. Her roj êrişeke mezin bi rêbazên cuda li ser kudan, ciwanan û bi taybet ji li ser jinan tê meşandin. Konseptek ya şerê qirêj tê meşandin. Em dizanin dînamîzma ciwanan we ditirsîn e. Lê raste hûn di vî alî de ji mafdar in. Ji ber ku peyamek ya ciwanan ji bo we heye. Ciwan dibêjin ji bo em hişmendiya faşizan a îqtidarê biruxînin, em li benda hilbijartinanin. Bi vî re li ser li hevhatiyên partiya me ji êrişeke tê meşandin. Lê divê li dîrokê binêrin. Li hemberî êrişan me tucarî serî netewand û em ê ji îro şunde ji ne tewînin.   Nikarin dewletê birêve bibin   Yek ji pirsgirêkên herî mezin yê Tirkiyeyê ji qeyrana aborî û tendirustiyê ye. TUÎK komeleyekî ku em dizanin rêjeyên ne rast parve dike. Lê li gorî ku parvekiriye bê karî ji sedan 4 zêdebûye. Edî TUÎK ji qeyranê nanixumîne. Êdî ewqas aşkere bûye kî ew ji nikarin. Ev ji marîfetên îqtîdarê ne. Li qeyrana tendirustiyê binêrin. Her ku şewba kornoyê mezin dibe. Lê mixabin wezîrê tendirustiyê derdikeve û dibêje ‘hertişt di bin qontrola me de ye’. Ev şerma wan e. Nikarin dewletê birêve bibin.”