Çalakiya rûniştinê ya li dijî şewatê berdewam dike 2020-09-11 14:00:00   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî şewata hat derxistin her ku diçe belav dibe. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo balê bikişîne ser şewatê çalakiya xweya rûniştinê ku da destpêkirin di roja duyemîn berdewam dike.   Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên dewletê ku pêş dixe her demsala havînê şewat derdikeve û ji ber ku mudaxele lê nayê kirin belav dibe. Li quntarên Çiyayê Cûdî jî şewat 3 meh in bênavber didome. Rayedar li gel mudaxeleya ku nakin destûrê nadin ku şêniyên li herêmê jî şewatê vemirînin.  Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê ji bo ku balê bikişîne ser şewata berdewam dike û bi giştî ya li herêmê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê ku dabû destpê kirin di roja duyem de berdewam dike.    Li gel şêniyên Şirnexê ku tevli çalakiyê bûn, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê kom bûn. Di çalakiya rûniştinê de pankartên “Cudî dîroke, dîrokê neşewitînin” û “Daristanên me dişewitin, rayedar bêdeng in” hat vekirin.    Di çalakiyê de ji aliyê Rêxistina HDP'ê ve daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de wiha hat ghotin, “Şewata daristanan bi destê dewletê bi awayek zanebûn tê kirin. Bi şewatê daristanan nikarin me xilas bikin, Li herema Şirnexê ji şêniyên herêmê zidetir qereqol hatine çêkirin û dibêjin ku pirgirêka ewlehiyê tune ye.  Li dijî hemû bangawaziyên me bersivê nadin me. Ji ber wê jî ji bo em bala raya giştî bikişînin ser mijarê me çalakiya 3 rojan da destpê kirin.”   Daxûyanî bi dirûşmên “HDP gel e, gel li vir e” û “Xwedî li Cudî yê derbikevin” bi dawî bû û çalakiya rûniştinê berdewam dike.