1'emîn Konferansa Tenduristiya Jinê dest pê kir 2020-09-11 12:50:11   QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Jina bi tendurist, çavkanî û hêza jiyana bi tendursite" 1'emîn Konferansa Tenduristiya Jinê dest pê kir.    1'emîn Konferansa Tenduristiya Jinê bi dirûşmeya "Jina bi tendurist, çavkanî û hêza jiyana bi tendursite" bi tevlîbûna 127 delegeyan li Navenda Çand û Hunera Aram Tîgran a navçeya Rumelan ya girêdayî Kantona Qamişloyê dest pê kir. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin. Konferans bi deqeyek rêzigirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.    Piştre jî Cigîra Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê konferansa yekem a tenduristiya jin li tevahî jinan pîroz kir û got: "Niha Rojhilata Navîn û di nav de jî welatê Sûriyeyê di qeyranek pir mezin re derbas dibin. Gelê Sûriyeyê ji bo azadî, edalet û çareserkirina pirskirêkan herdem amadene. Projeya Rêveberiya Xweser çavkaniya çareseriyêye.    Îro dewleta tirk di hemû waran de êrîşê me dike, lê berxwedana gel êrîşên dewleta tirk vala derdixîne. Gel bi baweriya yekitiyê welatê xwe û mirovên xwe diparêzin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja îro jî bê navber berdewam dike û gelê me her roj pêşketinên nû di pergala xwe de ava dikin û bingeha netewa demokratîk ji xwe re esas digirin. Ruhê şoreşê ji Kobanê dest pê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Em li ser bingeha wekheviya gelan û jiyana hevbeş berxwedaniya xwe mezin dikin."   Piştî axaftinan ji bo dîwanê 5 kes hatin hilbijartin. Her wiha perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Komîteya Amadekariya Tenduristiya Jin Eyşê Elî ve hat xwendin.    Konferans bi guftugohan û xwendina raporan dewam dike.