Ayşe Gokkan: Bê rêxistin tecrîd nayê şikandin 2020-09-11 10:18:53   Berîtan Canozer   AMED - Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan destnîşan kir ku dema rêxistinbûn nebe tecrîd nayê şikandin û got: "Tecrîda di şexsê birêz Ocalan de pêktê li hemberî hemû qadên jiyanê pêk tê. Ger ku em vê tecrîdê neşkînin em jin nikarin tecrîda li hemberî xwe jî bişkinin. Ev jî bi têkoşîneke mezin pêk bê. Bê rêxistin tecrîd nayê şikadin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê girtî ye û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin û bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Her wiha Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 5’ê tebaxa 2020’an de jî rapora derbarê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT'ê di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Berdevka Tevgera Jinên Azad(TJA) Ayşe Gokkan der barê tecrîdê de jî ajansa me re axivî û destnîşan kir ku bê rêxistin tecrîd nayê şikandin.   ‘Herî zêde jin tecrîdê nas dikin’   Ayşe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser jinan şîrove dikin û got: “Ev tecrîd bandora xwe li ser pêşeroja gelan jî dike. Em wek jin tecrîtê baş nas dikin. Piştî ku desthilatdarîya mêr derî li ser me girt, me ji civakê û berhemên aborî jî qut kir. Ango fikr û ramanên me ligel me xistin hundir û derî li ser me girrtin. Rêberê me  jî îro ji bo ku tu fikr û ramanên wî yên ji bo mirovahî, edaletê, wîjdanî û exlaq bi civakê re neyên parvekirin tê tecrîdkirin.  Ji ber vê yekê em tecrîda li ser birêz Ozcalan bi tecrîda li ser jinan tê meşandin şîrove dikin.  Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe li ser Rojhîlata Navîn bandor dike.  Hêzên Hegemon jî ji vê bandorê ditirsin. Ger ku ev netecrîd be, divê rêber Apo û kesên li gel wî girtî bikaribin bi malbat û parêzrên xwe re hevdîtinê bikin. Lê gava em dinihêrîn li Îmralîyê li ser van hemû tiştan derî hatiye girtin. Çawa zanînên ku ji cîhanê re bîrawerî kirine hatine qetîlkirin, îro fikr û ramanên birêz Ocalan jî li Îmraliyê hatine tecrîtkirin. Ji bo jinan jî em heman tiştî dikarin bêjin. Ji ber ku jinên berxwêder tên tecrîtkirin.”   ‘Pergala metew-dewlet têk çûye’   Ayşe destnîşan kir ku domandina tecrîdê bi sereke hêzên hegemonîk xwedî rolekê girîng digirin û ev tiştê got: “ Hegemon bi xwe tecrîdê didomînin.  Destê dewleta tirk tenê di vê tecrîdê de tune yê, ewropa jî heye û hêzên hegemon jî henin. Piştgirî didin Tirkiyeyê ku Tirkiye ewqas di vê mijarê de bi wêrekî tevdigere. Di sedsala 21’an de dewleta netew têk çû. Pergala dewletê qaşo ji bo ku mirovahiyê rehet bike derket holê. Lê îro dewleta yeknetew a nijadperest dibêje 'yek ol, yek nasname, yek ziman, yek al'. Bi wî awayî hemû cudatiyan red dikin. Ji ber vê yekê netewdewletê îflas kiriye. Fikrên birêz Ocalan jî ji bo cîhanê wek alternatifek in.  Pêwiste ku êdî herêm bi awayê xweser bên rêvebirin. Ji ber ku netewdewlet êdî nikare rêveberiyê bike. Nîvê jinan tune hesab dike. Jixwe dewlet ji bo jinan tê wateya pergala mêran.  Lewra pêdivî bi guhertinekê heye.  Lê dewletên netew ên hegemon dizanin ku desthîlatdariya wan bi wî awayî wê hilweşe. Ji bo ku desthîlatdariya xwe hîn dirêjtir bidomînin tecrîdê berdewam dikin.  Lê dereng an jî zû ew guhertin dê pêk were.”   ‘Em vê demê baş dixwînin’   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li ser jinên kurd sê qat êrîş heye û axivî: “Çima jin îro ewqas zêde tên qetîlkirin? Jİ ber ku dewlet jinan napêjirîne. Ji bo ku em hem kurd in, hem jin in hem jî li Kurdistanêdijîn sê qatan zêdetir êrîşê me tê kirin. Em vê demê baş dixwînin. Tundî û kuştina li ser jinê tê meşandin di asta kuştina mirovahiyê de ye.  Çawa ku DAIŞ, leşker û çawişên pispor li Kurdisanê êrîşî jinan dikin. Dema ku em li dîrokê dinêrin heman pêkanînên îro di Komkujiya Dêrsimê de jî hatine kirin. Li Şengalê jî DAÎŞ li ser jinan heman tiştê kir. Her wiha di 12’ê îlonê 1980'yan de jî  de wexta Kenan Evren, faşizma leşkeri di bin çavan de tacîz û tecawizî jinan kirin. Di salên 90’î de OHAL û Jitemê dikir. Di sala 1993’an de Şukran A.  li qereqolê rastî tecawizê hat. Doz vekir lê ew fermandar di sala 2013’an de li Amedê peywirdar kirin.”   ‘Dewlet nikare me bidarizîne’    Ayşe axaftina xwe wiha berewam kir: “ Dewlet bila ji me bitirse. Dewlet rêbevebriyeke ku neyartiya jinê dike ye.. Em neyartiya dewletê nakin, bi qanûnên xwe dewlet neyartiya me dike. Bi  JOH’ê bi POH’ê neyartiya me kirin, bi notirvaniyê neyartiya me dikin. Ango dewlet hemû sazî û dezgehên xwe ji bo neyartiya jinê bike ava kirine. Em wan nas nakin. Sekn, tevger û fikren me napejirînin. Niha ku em wiha rehet diaxvin bi saya têkoşîna jinan e. Di zindanan de tijî ne, di bin erdan de tijîji ne. Jin di hundirê malê de li ber xwe didin, li kolanan li ber xwe didin. Lê dîsa jî têrî nake. Divê em xwe bi rêxistin bikin û bitêkoşin. Wexta ku em bi rêxistin bûn, ne ku em ji dewletê bitirsin wê dewlet ji me bitirse, bila êdî mêr ji me bitirsin.”   ‘Jin di dorpêça pergala mêr de ne’   Ayşeyê anî ziman ku tecrît rêxistina wan qût dike û wiha dirêjî da axafitna xwe: " Kes nikare deskeftiyên me ji destên me bistîne. Lê bi awayekî hovane Hemû sazî û dezgehên jinan, komeleyên jinan , şaredarî, hevserokatî hatin girtin. Tecrîd di hemû qadên jiyanê de bandora xwe nîşan dide û me ji pêşeroja me qut dike.  Pêwist e ku her jinek derkeve bêje 'Ez xwedî maf im'. Ez bang li hemû jinên Kurdistanê dikim ku bila  xwe ji hêzên paramîliter biparêzin. Bila nehêlin ku me bixapînin. Xwe biparêzin. Parastina me azadiya me ye.  Heke em xwe neparêzin em ê bi her awayekî werin qetilkirin û wê destdirêjî li me bê kirin.  Pergala mêr jin dorpêç kiriye. Çawa ku DAIŞ ji bo cîhanê xeteriyek mezin e îro dewleta tirk jî ji bo me jinan xeteriyeke wisa ye. Ji ber vê yekê divê em di malê de, li tax û kolanan, li her qadê jiyanê de xwe bi rêxistin bikin.”   ‘Bê rêxistin tecrîd nayê şikandin’   Ayşeyê diyar kir ku Komplo navneteweyî ye, tecrît jî navneteweyî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Îro êrîşên li ser Kurdistanê berdewamiya komploya navneteweyî ne. Ev komplo li ser jinan jî heye. Çawa dibe ev. Wekî bi navê leşker, polîs û çawişên pispor jinan bi komplooyê dixapînin. Zextan dikin ku jin xwe bikuje. Komplo bi destê dewletê ketiye heta hundirê mala me. Em jin  pêşî, li hemberî desthilatdariya mêr a malê de, piştre li hemberê desthilatdariya mêr a civak de û herî dawî li, hemberê desthilatdariya mêr a dewletê  têdikoşin. Ango  sê heb tecrît li ser me hene. Gava dibêjin tecrît tenê tecrîda li ser birêz Ocalan dikeve hişê me. Lê tecrîd di şexsê birêz Ocalan de di hemû qadên jiyanê de li ser me tê meşandin. Ger ku em vê tecrîdê nikaribin bişkînin tecrîda li ser xwe jî nikarin bişkînin. Ev jî bi têkoşînek pir dijwar dikarê pêk were. Lewra bê rêxistin tecrîd nayê şikadin.”