Li kolanên Mexmûrê pankart hatin daliqandin 2020-09-11 09:11:07   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê kampanyaya bi navê "Em dibêjin na" ya jinên ciwan bi çalakiyên cur bi cur didomin. Jinên ciwan li kolanên Mexmûrê pankart daliqandin û bal kişandin ser kampanyaya xwe.    Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji hêla Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şîdeta li hemberî jinan bi navê "Em dibêjin na" kampanyayek dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya kampanyayê de li wargehê pankart hatin daliqandin.    Jinên ciwan pankartên wekî "Ji tecrîda li hemberî Rêber Apo re em di bêjin na" û ‘Ji tazic û tecawizê re em di bêjin na’ li kolanên Mexmûrê hatin daliqandin.