‘Bêdengiya cîhanê erêkirina pêkanînên Tirkiyeyê ye’ 2020-09-11 09:05:52   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Endama Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd blançoya dawî ya kiryarên dewleta tirk di derheqê jinan li Efrînê de nirxand û wiha got: "Di siyaseta dewleta tirk de hertim rêbazên qirkirin û hedefgirtina jinê tên biaranîn. Bêdengiya cîhanê ya li hember van pêkanînên Tirkiyeyê jî tê wateya hevkariya vê dewletê û pêkanîna komployeke navneteweyî li ser kurdan."   Jin her roj bi pêkanînên dijmirovî re rûbirû tên û vîna wan ji aliyê hêzên serdest ve tê çewsandin. Desteya jinê ya Herêma Efrînê bi rêya daxuyaniyekê di 6'ê Îlonê de blançoya dawî ya pêkanînên dewlet tirk derbarê jinan de ji destpêka dagirkirina Herêma Efrînê û heta niha ragihand. Li gorî daxuyaniyê tê diyarkirin ku zêdetirî hezar jin hatin revandin û zêdetirî 67 jinan zêdetir hatin qetîlkirin. Herwiha di daxuyaniyê de hat aşkerkirin ku zêdetirî 65 jinan jî hatine tecewîzkirin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd nirxandin kir.    'Siyaseta dewleta tirk jinan hedef digire'   Zelox di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ku li Efrînê ji aliyê komên çete ku girêdayî dewleta tirk in û wiha got: "Di rojeva cîhanê de niha binpêkirin û kiryarên ku li dijî şêniyên Efrînê ji aliyê komên çete ên girêdayî dewleta tirk ve tên tune ne. Ev yek pir balkêş e. Rojane jin tên qetîlkirin, revandin û zarokên keç bi tecawizê re rûbirû tên. Daxwaza dijmin ya sereke ew e ku civaka Efrînê bihelînin û biperçiqînin. Dixwazin di şexsê jinan de çanda me qir bikin. Di siyaseta dewleta tirk de heman stratîjî di derbarê qirkirina gelan de tê meşandin û ew jî hedefgirtina jina ye."   'Bi dagirkerina Efrînê re zext li ser jinan zêde bûn'   Di nava nirxandinên xwe de Zelox diyar kir ku jin bi zanebûn hedef tên girtin  û wiha pê de çû: " Di kesayeta jin de civak tê hedefgirtinê Ji ber ku jin civaka xwe temsîl dikin. Dewleta tirk bi zaneûn van van pêkanînan dike. Ji ber ku hedefgirtina jinê hedefgirtina çand, exlaq û nirxên civakê ye. Dewleta tirk tola DAIŞ’a ku bi destên jinê têkçû, ji jinên Efrînê ditirse. Ev yek jî tekeqez dike ku desthilatdar ji hêza jinê ditirsin. Li  Tirkiyê jî jî jin bi îşkence û tecewîzê re rûbirû tên. Ev bûyer hemû li ber çavên cîhanê eşkere tên dîtin."   'Jina kurd wê tu carî bindestiyê qebûl neke'   Zelox di dirêjahiya gotina xwe de kiryarên ku jin ji aliyê dewleta trik ve pê re rûbirû mane jî nircandû wiha got: "Li gor raporên ku hatine belgekirin nêzî 80 hezar jin li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne. Ev jin bi pêkanînên dijehlaqî re rûbirû dimînin. Parêzera kurd Ebru Tîmtîk yek ji dîlgirtiyên di zindanên dewleta tirk de bû. Ebrûyê ji bo darizandikeke adil 238 rojan di greva birçîbûnê de ma û jiyana xwe ji dest da. Jina kurd wê tu carî bindestiyê li ser xwe qebûlneke."   'Bêdengiya cîhanê hevkariya bi Tirkiyeyê re ye'    Zeloxê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya derbarê êrîşên dewleta tirk de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cîhan li hember pêkanînên dewleta tirk bêdeng e. Ev bêdengî tê wateya komployeke navnetewî li dijî kurdan."