Navenda Şêwirmendiya Civakî û Derûniyê: Em ê xwe bighînin jinan' 2020-09-11 09:01:15   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Desteya Jin a Herêma Firatê li dijî kuştin, şîdet û tecawiza li hemberî jinan dest bi projeyekî nû kirin. Di çarçoveya projeyê de dê Navenda Şêwirmendiya Civakî û Derûniyê dê bê vekirin. Cîgira Desteya Jin Rozîn Mihemed diyar kir ku pêwistiyekî wisa ji bo civakê heye û got: "Di nava civakê de jin gelek pirsgirêkên dijwar dijîn û nikarin xwe bîninin ziman û çareseriyê bibînin. Em dixwazin bi navendê xwe bighînin wan jinan û hewl bidin ku pirsgirêkên wan çareser bikin."   Desteya Jin a Herêma Firatê ji bo kêmkirina bûyerên tundiya li ser jin û civakê, dest bi amedekariyên vekirina Navenda Şêwirmendiya Civakî û Derûnî kir. Li navendê dê kesên pispor di her aliyê de ji gel re bibin alîkar. Ne tenê ji bo jinan ji bo her beşên civakê dê xizmet bê dayîn. Ji bo çareserkirina pirsgrêkan û ji holê rakirina nakokiyên di nava civakê de dê navend xizmetekî girîng bide welatiyan. Derbarê proje û xebata navendê de cigîra Desteya Jin ya Herêma Firatê Rozîn Mihemed ji ajansa me re axivî.    'Erka me ye ku em bi civakê re bibin alîkar'   Rozînê di despêka gotina xwe de armanca projeyê wiha anî ziman: "Weke Desteya Jin ya Herêma Firatê ji despêka sala 2020'an ve plansaziya projeyê dihat kirin. Projeya vekirina navendeke şêwermendiya civakî ye. Me niha dest bi amedekariyan kiriye. Deriyê vê navendê ne tenê ji bo jina ne, tevahî beşên civakê dikarin berê xwe bidin navendê. Her kesê ku pirsgirêk ango girêkên civakî û deronî dijîn em ê bi wan re bibin alîkar. Kesên ku cihê xwe di navendê de bigirin, jinên di mijarên civakî, deronî û perwerdeyê de pisporin. Çima me pêwistiya xwe bi vê projeyê dît, ji ber herêmên me di gelek pêvajoyan re derbasbûn ku bi şerê taybet, leşkerî, aborî, siyasî, guhertin, veguhertin, dagirkerî, komkujî û koçberiyê re rûbirû man. Ev bûyer bûn sedema gelek encamên neyîni. Me jî erka xwe dît ku em bi civaka xwe re bibin alîkar, loma ev navend di demeke nêzik de wê dest bi xebatê bike."    'Ji her demê zêdetir pêwistî bi projeyên bi sûd heye'   Rozînê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser hinek xalan û wiha pê de çû: "Navend li taxa nû ya Kantona Kobanê ye. Em di wê baweriyê de ne wê di dema pêş de her kes û taybet jî jin berê xwe bidin vê navendê. Weke Desteya Jin em ê jî bi rêya komîn û atolyeyên nîqaşê xwe bighînin tevahî şêniyên herêma Firatê da ku projeya xwe baştir bidin naskirin. Li herêmê qetilkirin, xwe kuştin, hewildan û tundiya li hember jinan pêk tên. Piştî lêkolînên ku me çêkirin gelek sedemên weke zewaca zarokan, ji ber zarokên xwe ve dayik û bav biryar girtin, ji mêran zêdetir li jinan zextkirin û li ser jinan pêkanîna hineke orf û adetên kevineperest û paşverû derketin holê. Me jî weke Desteya Jin ji her demê zêdetir pêwistiya xwe bi destpêkirina vê projeyê dît, loma em di wê hêviyê de ne ku wê bi vekirina vê navendê re gelek pirsgirêk û nakokî çareser bibin û asta qetîlkirin, xwe kuştin û tundiya li ser jinan kêm bibe."   Rozîn di dawiya axaftina xwe de behsa pergala navendê kir û wiha bi dawî kir: "Pergala navendê wiha ye kesên serdana navendê bikin, sicil û pirsgirêkên wan dê bên veşartin. Ji bilî kesên pêwindîdar wê tu kes bi mijarê nizanibe. Em ji perspektîfên bîrdozî zêdetir rehetkirina mêjî û derûniya şêniyan bingeh digrin. Kesên werin em ê ji bo wan hewayeke wiha biafirînin ku tiştên di hundirê xwe de ji pirsgirêk û girêkên derûnî bi rengekî rehet parve bikin. Ji bo kesên nikarbin xwe bighînin me, li hemû navçeyan komîteyên me hene û ew ê xwe bighînin wan kesan ji bo bibin alîkar. Li ser vê bingehê em niha di pêvajoya amedekirina navendê û perwerdekirina grubê de ne."