ROJEVA 11’Ê ÎlONA 2020’Î 2020-09-11 09:00:00   * Desteya Jin a Herêma Firatê li dijî kuştin, şîdet û tecawiza li hemberî jinan dest bi projeyekî nû kirin. Di çarçoveya projeyê de dê Navenda Şêwirmendiya Civakî û Derûniyê dê bê vekirin. Cîgira Desteya Jin Rozîn Mihemed diyar kir ku pêwistiyekî wisa ji bo civakê heye û got: "Di nava civakê de jin gelek pirsgirêkên dijwar dijîn û nikarin xwe bînini ziman û çareseriyê bibînin. Em dixwazin bi navendê xwe bighînin wan jinan û hewl bidin ku pirsgirêkên wan çareser bikin." BI DÎMEN    *Endama Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd blançoya dawî ya kiryarên dewleta tirk di derheqê jinan li Efrînê de nirxand û wiha got: "Di siyaseta dewleta tirk de hertim rêbazên qirkirin û hedefgirtina jinê tên biaranîn. Bêdengiya cîhanê ya li hember van pêkanînên Tirkiyeyê jî tê wateya hevkariya vê dewletê û pêkanîna komployeke navneteweyî li ser kurdan." DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Rêveber a PYD'ê ya Herêma Efrînê Îlham Mihemed, diyar kir ku dewletên desthilatdar rê didin kiryarên çeteyan û got: "Piştî hewildanên avakirina yekîtiya kurd dewleta tirk êrîşên xwe ser herêmê zêde kir. Her ku kurd gavekê pêş de davêjin dewleta tirk êrîş dike. Em bang li gelê xwe dikin ku bila gavan paş de ne avêjin."    *Jinên Şirnexî, têkildarî şewata daristanan ya li Çiyayên Cudî, Gabar û herema Bestayê bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kir ku dema Cûdî dişwite kezeba wan jî pê re dişwite û bang li rayedaran kirin ku çareseriyek ji şewatê re bê dîtin. DÎMEN HEYE   * Li Mêrdînê ji meha gulanê heta niha 8 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Platfoma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê derbarê mijarê de raporek amade kir. Aktîvîsta TJA’yê Eylem Amak jî diyar kir ku hewl tê dayîn ku serê van mirinan bê girtin. BI DÎMEN    *Parêzer Nuray Ozdogan biryarên DMME’ê yên demên dawî dane û serdana serokê DMME’ê ya Tirkiyeyê nirxand û got ev pêvajo bi biryarên di sala 2015’an de bi qedexeyên derketina derve des tpê kirin û got: “Li cihê faşîzm hebe serdana nezaketê nabe. Serdana mijara gotinê ye bê biryarên ji vir şûnde jî bi bandor bike.” BI DÎMEN    *Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan destnîşan kir ku dema rêxistinbûn nebe tecrîd nayê şikandin û got: "Tecrîda di şexsê birêz Ocalan de pêktê li hemberî hemû qadên jiyanê pêk tê. Ger ku em vê tecrîdê neşkînin em jin nikarin tecrîda li hemberî xwe jî bişkinin. Ev jî bi têkoşîneke mezin pêk bê. Bê rêxistin tecrîd nayê şikadin.” BI DÎMEN    *Bi nêzîkbûna zivistanê re li Westan a Wanê jin bi awayekî komunal salçeya û konserveyan çêdikin. BI DÎMEN