Kongreya Star li Dêrikê piştî du salan civîna xwe li dar xist 2020-09-10 15:52:30   QAMIŞLO -  Kongreya Star ya bajarê Dêrikê bi armanca amadekariya 8’e mîn Kongreya Kongreya Star civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Eyhan Mûrad axivî û got: "Rêxistina jinan azadiya wan destnîşan dike, ger ku nêrîna jinan yek be wê helwesta wan jî li dijî dijminan xurt be.”     Kongreya Star a bajarê Dêrikê li Kantona Qamişloyê bi armanca amadekariya 8’e mîn kongreya xwe, civîneke berfireh li dar xistin. Civîn li xwaringeha Zêno bi beşdariya hemû endam û rêveberiya Kongreya Star, Rêxitinên Jin yên sazî û dezgehên sivîl hat çêkirin. Di civînê de xebatê rêxistinî yê du salan hat nirxandin. Her wiha hilbijartinên nû pêk hatin û rêveberiyên bajêr ên Kongreya Star hatin guhertin.    Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Eyhan Mûrad ve hat kirin. Eyhan di destpêka axaftina xwe de girîngiya xebatê Kongreya Star anî ziman û got: "Kombûna jinan di nava demeke wisa de pir girîngiya xwe heye. Em niha di rewşeke hesas re derbas dibin, êrîşeke dijwar ser pergala jinan heye û her roj em rastî bûyerên qetîlkirin jinan tên."   Eyhan, da zanîn ku xebatê jinan a di Kongreya Star de dikarîbû heya astekê tundiya ser jinan kêm bike, lê em nikarin bêjin ku bi dawî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hîn jî pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye ku em bikarbin di derbarê de azadî û mafê xwe bi dest bixin. Her ku destkeftiyên jinan ser erdê mayinde dibin, êrîş ser jinan tên kirin. Bi hezaran jin koçberbûn, her wiha ji bêlî bûyerên qetîlkirin û revandinê yên ku rojana jin pê re rûbirû dimînin. Em dibêjin rêxistina me wê azadiya me destnîşan bike. Ger em îro di vê civatê de nêrîna me yek be wê helwestên me jî li dijî dijminên jinan xurt bin.”    Piştî axaftinê, Rêveberiya Meclîsa bajarê Dêrikê Dîlber Elî rapora kar û xebat ya du salan ji beşdarvanan re xwendin. Bi nîqaşên têr û tijî ser raporê û gihêştina encamên rast ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, jin bi nêrîneke hevbeş gihandin hev. Rewşa rêxistinî ya jin di hundirê saziyan de hat nirxandin, ji bo kêmasiyan rexne hatin kirin û li hember wê rexnedayin hat dayin.    Her wiha hilbijartin hatin kirin û rêveberiyên Kongreya Star yên bajarê Dêrikê hatin guhertin û li şûna wan 3 rêveberiyên nû hatin erkedarkirin. Rêveberiyên nû yên ku hatine hilbijartin wê beşdarî kongreya 8'emîn a Kongreya Star bibin.   Civîn bi dirûşmeya”Jin jiyan azadî” bi dawî bû.