Ozlem Atsak hat definkirin 2020-09-10 12:56:46   WAN - Ozlem Atsak a ku li Bedlîsê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Ebax ya Wanê hat definkirin.   Cenazeyê Ozlem Atsak a di 13’yê tebaxê de li çoltera Bedlîsê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Ebexê ya Wanê hat definkirin. Malbata Ozlemê, piştî bihîst ku keça wan jiyana xwe ji dest daye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Malbatê cenazeyê keça xwe duh girt û anî gundê Teqîz ê Ebexê û defin kir.     Cenazeyê Ozlemê di bin dorpêça cendirmeyan de hat definkirin û ji bilî endamên malbatê destûr nehat dayîn ku kes tevli merasîma cenaze bibe.