'Gulîstan Doku li ku ye?' 2020-09-10 09:15:12   MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, ji bo Gulîstan Doku ku agahî jê nayê girtin çalakiya rûniştinê li dar xist. Jinan bertek nîşanî parastina gûmanbarê tiliya wî di windabûna gulistanê de heye dan û gotin, "Gmanbar tê parastin."   Pilatforma Jinan a Mersînê, ji bo xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku 250 roj e agahî jê nayê girtin li Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslan  hatin gel hev. Jinên ku pankarta bi nivîsa "Gulîstan Doku li ku ye? Bia Zaînal Abakarov bê girtin"  vekirin, dirûşmên, "Ne edaleta Mêr edaleta rastyeqîn" û "Mêr dikuje dewelet diparêze" vekirin.    Ayşegul Goçmen a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku gûmanbarê bûyerê Zaînal Abakarov hîna nehatiye girtin û got, "Li vî welatî jînên ku dibêjin 'na' her roj ji aliyê xizmên xwe û mêrên li derdora xwe ve tên kuştin, windakirin û ber bi întîharê ve tên dafdan.  Lê wekî ku ev hemû ne besin mêrên vî tiştî dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin. Ji ber vê dîtina gulîstanê tenê bi têkoşîn û rêxistina jinan pêkan e. Heta ku Gulîstanê bê dîtin wê têkoşîna me bidome. Em bi hev re pirsa xwe ya Gulîstan li ku ye? bikin. Kesên ku dibêjin Gulsîtan Doku li ku ye? lêdanê dixwin û tên binçavkirin. Hûn çi ji kê diparêzin?"     Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.